Li parêzgeha Silêmaniyê xwendekarên jin ên dibistana Rengîn, festîvalek çandî û hunerî li dar xist. Xwendekarên keç ên dibistana Rengîn bi cil û bergên Kurdî ji bo zindîkirina dîrok, ziman, çand û hunerê Kurdî, çalakiyên cur be cur li dar xistin.
Festîvalê bi sirûda neteweyî Ey Reqîp dest pê kir û gotarek li ser armanca festîvalê ji aliyê rêveberê dibistanê ve hate pêşkêşkirin.
Piştre Ferêdûn Ebdul Berzencî derbarê metirsiya li ser zimanê Kurdî de axivî: “Ya ku hêlaye em wek netewe bimînin, zimanê me ye. Lê piştî Raperînê, hikûmeta Kurdî giringiyeke têrker neda ziman. Heman demê de gelek dibistanên Inglîzî, Erebî, Tirkî û zimanên biyanî vekirine. Ev xiyaneta beramberî zimanî Kurdî ye. Navendên lêkolînê û akademiyan jî giringiya pêwîst ji bo ziman nadin.”
Piştre, komek xwendekarên jin sirûdên neteweyî gotin. Her wiha koma şanoyê ya dibistanê jî şanoya bi navê ‘Du cara du, dike yek’ nîşan da. Lîstik qala dagirkerî, parçekirin û hewla tinekirina gelê Kurd dike û çareyê di yekbûna Kurdistanê de dibîne.
Li pey wê semînerek ji aliyê 3 xwendevkaran ve li ser dîroka Kurdan, zimanê Kurdî, çand û hunera Kurdî hate pêşkêşkirin. Di festîvalê de cil û bergên resen ên her çar beşên Kurdistanê hatin nîşandan. Festîval bi şahî û ahengê bi dawî bû.
ROJNEWS/SILÊMANÎ