Belkî jî ya ku herî baş jiyanê bilêv û ho dike, ne pirtûkên dîrokê, edebiyat bixwe ye. Ji qewla Ayşe Günaysuyê ve, ma belge û delîl ê karibin behsa çi bikin? Tenê yê behsa qewimînekê, cihê vê qewimînê û gotinên derbarê wê de bikin. Lê nikarin bi temamî behsa jiyanê bikin. Çikû jiyan, teyisîn û rengvedanek e. A. Latîf Karaaslanli jî bi romana xwe ya "Dizên Nasnameyan, Pîşadiyên Jiyanê" tam îşaret bi vê yekê dike. Li axa Mezopotamyayê, xasma li Kurdistanê, rengvedan û teyisîna jiyanê, qala çîroka karesat û rêwîtiyeke dûr û dirêj dike.
Wexta Osmanî fermana Ermeniyan radikin, ên li devera Sasonê jî nesîbê xwe jê digirin. Osmanî, du rêyên ji hev xerabtir datînin ber wan; koçberî û mirin. Lê gundê Evrayê, mirina li ser axa xwe nade bi koçberiya ber bi çolên Dêra Zorê ve. Rêya kevnare hildibijêre. Berî ku Osmanî tevî altaxên xwe bi ser wan de bigirin, berê xwe didin Çiyayê Evra, rizgeha Çiyayê Meretoyê. Piçûk û extiyaran li şikeftên asê bi cih dikin. Ciwan û navsere jî bi pêşengiya Ronî, ku bavê wî Agop ji ber dostaniya xwe ya bi Kurdan tre ev nav lê kiriye, kozikên xwe vedidin. Haziriya berxwedanê dikin. Wê çaxê Agop, çend tiştan dide neviyê xwe Ovakîm, kurê Ronî. Dixwaze wan li cihekî asê veşêre. Paşê kifş dibe ku Agop qolyeyek daye Marîayê jî.
Berî Osmanî bên, altaxê wan, Şêx cara dawî bi kurê xwe re xeberê dişîne. Kurê wî, dostê Ronî, tê cem wan. Lê şêniyên Evrayê teslîmbûnê qebûl nakin. Îşaret bi berxwedanê dikin. Dostê Ronî dizane ku wê Osmanî wan biqelihînin. Loma di wê şikeftê de deriyekî ku kes pê nizane li ber wan dixe.
Ronî û hevrêyên xwe du roj û du şevan li ber xwe didin. Li qada şer tenê Ovakîm xelas dibe. Hin extiyar heya mirinê di şikeftê de dimînin. Jin û zarok jî berê xwe didin cem nas û dostên li dûra. Kurê Şêx jî Marîa û Anûşê dibe cem xwe. Marîa piştî demekê dimire. Berî bimire qolyeya xwe dide Kurê Şêx. Ew jî ji ber ku tev li Serhildana Sasonê bûye, ber bi Anatolyaya Navîn ve tê sirgûnkirin. Gava Anûş mezin dibe, qolyeyê dike wekî niviştekê û dixe stuyê wê. Tu carî jê re behsa malbata wê nake. Anûş jî çendî ku nivişt vekiribe jî lê tiştekî jê fêm nake. Ew jî qolyeyê ji keça xwe Ayselê re dihêle. Aysel, li Stenbolê dixwîne. Lê hîsa ku tim hêleke wê nîvcomayî ye lê peyda dibe.
Sal derbas dibin. Gerîla, berî ku zivistan xwe li wan bigire, ji xwe re li cihekî asê digerin. Diçin wê şikeftê. Rojhat û Nesîmî, dixwazin şikeftê keşf bikin. Rojhat li cihekî hin hestiyên mirovan, du pirtûkên kevn ên bi çermê heywanan qapkirî û qutiyek neqşkirî û çend nivîsên hûrik li ser dibîne. Dikin nakin nikarin qutiyê vekin. Hin jê dibêjin em wê bişikînin, lê Rojhat qebûl nake. Ev yek jê re dibe meraq. Piştî demekê esker bi cihê wan dihesin. Axirê wî deriyê asê dibînin. Xwe bi xelasê dixin.
Gava ev tişt li çiyê diqewimin Ayselê jî rojekê kincên xwe yên di dolabê de bi keys dike. Saqoyê ku dema xwendekar bû dêya wê jê re kirîbû li ber çavê wê dikeve. Li ser milê saqo, ji hêla hundir ve tiştek dikeve ber destê wê. Ser milê saqo vedike. Çav bi nivişta ku tim di stuyê dêya wê de bû dikeve. Meraq dike, vedike. Tê de pelekî ku çend peyvên bi Ermenkî û tiştekî wekî qolyeyê dibîne. Rê hevala xwe Semayê dide. Her du dikevin pê nivîsa li ser pelî. Lê tiştek bi dest wan nakeve. Malperekê vedikin. Wêneyên wî pelî lê bar dikin.
Rojhat jî gava wan tiştan dibîne, ew û hevalên xwe li ser wan difikirin. Çendî ku hevalên wî jê re dibêjin dev jê berde jî lê ew israr dike. Dibêje, “Nizanim, pîşadiyên jiyanê wê hê çi nîşanê me bidin! Madem pîşadî jiyana me bi rê ve dibin em jî dikarin hinekî mudaxileyên wan bikin.” Û dixwaze xwe bigihîne paşperdeya vê yekê. Ji hevalên xwe doza komputerekê dike. Hevalên wî jî bi şertê bêyî ku karê wan asteng bike, qebûl dikin. Axirê wê malpera li ser navê Ayselê dibîne. Pêwendiyê pê re datîne. Aysel tê Amedê û diçe çiyê, cem wan. Kifş dibe ku ew qolye mifteya wê qutiyê bûye. Axirê Aysel, bi saya Rojhat û hevalên wî nasnameya ji wê hatiye dizîn, dibîne. Aysel êdî bi esl û fesle xwe dizane...
Dewam dike...