Dixwazin bi şerê li dijî Kurdan biçin hilbijartinê û serbikevin

În 23 Kanûn 2022 - 01:47

  • Mûrat Karayilan: “Wê teqez êrîşî Rojava bikin. Li gorî konjonktûra siyasî bazar û hesaban dikin, lê dixwazin bi şerê li dijî Kurdan biçin hilbijartinê. Erdogan baş dizane; Ger bê şer biçe hilbijartinê bi ser nakeve. Ew ê li dijî Kurdan şer bimeşîne û bibêje ez bi ser ketim.” 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan pirsên kanala nûçeyan a bi Kurdî KNN TV bersivand. Mûrat Karayilan li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê dike, bang li hemû tevger û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê kir û got "Di vê pêvajoyê de pêdiviya me bi yekîtiya neteweyî heye."

Karayilan got, ji sala 2016’an ve dewleta Tirk li dijî Kurdan şerekî mezin daye destpêkirin bes li hemberî êrîşên dewleta Tirk wan jî metodên nû pêş xistine. Karayilan wiha peyivî: “Dewleta Tirk bi êrîşên hewayî dixwaze encamekê bi dest bixe û li hemberî vê yekê me jî tedbîrên xwe girtine. Ya yekem, me hêzên xwe yên li qadê kêm kir û ew li nava qadê belav kirine. Me profesyonelî pêş xist. Bêguman hêzên me hêzên fedaî ne, bi rê û rêbazên cuda dikarin şer bikin. Ya duyemîn, me hêzên xwe xist bin erdê, me bi kedeke mezin tunel ava kir. Dema dewleta Tirk dema hat û ev rewş dît, matmayî û li qadê asê ma. Ji ber vê yekê nekarî li qadê pêş biçe. Em û dewleta Tirk niha em di nav hev de ne. Dewleta Tirk tank aniye Girê Hakkarî, bi balefir û çekên kîmyewî şer dimeşîne. Di vê saetê de jî şerekî mezin heye. Erê hatine dawiya Şêladizê lê em jî li wir in û şer wisa didome. Li Zapê jî rewş wisa ye. Bi ser de neçar man ji hinek qadên Zadê derkevin. Li gundê Zêvê şerekî mezin didome.

 

Dagirkerên welatê xwe diparêzin

Karayilan li ser pirsa, Hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê dixwaze leşkerên Iraqê li ser sînor bi cih bike, gelo tevgera wan wê destûrê bide ku ew hêz werin wan herêman û li ser sînor bi cih bibin, wiha bersiv da: “Niha li ser sînor hinek hêzên li ser navê dewleta Iraqê hene, lê ez bawer nakim rola wan li dinyayê mînaka wê hebe. Dewleta Tirk hatiye axa wan dagir kiriye û lê ew dewleta Tirk diparêzin. Ev Hêzên Parêzvanên Sînor ên Iraqê, ji bo ewlekariya dewleta Tirk li hinek deran bi cih bûne. Sînor naparêzin. Kesên ku welatê wan dagir dikin, diparêzin. Tiştekî wiha tune. Eger bi rastî jî dixwazin sînoran biparêzin, em ne li dijî vê ne, em ê alîkariyê jî bidin wan. Lê dewleta Tirk jixwe sînor zêde derbas kiriye. Li hinek herêman 30 kîlometre ketiye nav axa Kurdistanê. Ev der dagir kirine. Hikûmeta Iraqê niha li ser tevahiya herêmê ne xwedî hemû agahiyan e. Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê heye lê ew jî dixwazin vê rewşê veşêrin. Ez bawer nakim agahiyan bi berfirehî radigihînin ji Iraqê re.

Dewleta Tirk dixwaze ser axa Başûrê Kurdistanê bi cih bibe, ji bo vê jî gelek mesrefan dike. Heger ne ji me bûna, ew ê par li her derê bi cih bibûna û li Hewlêrê serwer bibûna. Lê ev du sal in em şer dikin. Rast e, li Avaşînê hinek der stendine, lê gerîla jî li derdora wan e. Ew nikarin bi rihetî tevbigerin. Li Zapê jî rewş wisa ye. Ger em li vir şerekî wiha nemeşînin, dewleta Tirk wê pêşdetir biçe. Weke min got, eger bi rastî jî dewleta Iraqê wê sînoran bigire, em ne li dijî vê rewşê ne. Lê mesele ne ew e ku dewleta Tirk sînoran derbas dike, mesele ev e ku dewleta Tirk dixwaze van deran dagir bike. Bi kurtasî em jî dixwazin sînor werin parastin. Îdiaya ku dibêjin PKK sînorê Iraqê derbas dike û êrîşî dewleta Tirk dike û vedigere Iraqê ne rast e. PKK’ê hefteyek borî li Mûşê şer kir, 7 leşker kuşt û hevalekî me jî şehîd bû. PKK li Dêrsim, Botan û Serhedê şer dike. Pêwîst nake PKK sînorê Iraqê derbas bike û êrîşî dewleta Tirk bike, berovajî dewleta Tirk sînorê Iraqê derbas kiriye, li her derê bi cih dibe. Em jî dibêjin na, tu nikarî van deran dagir bikî. Tirkiye êrîş dike ne PKK. PKK’ê şer neanî Başûr. Dewleta Tirk dixwaze Başûr dagir bike. PKK li dijî vê şer dike, Başûr diparêze. Şerê PKK’ê şerê parastina axa Kurdistanê ye. Ji ber wê jî ger sînor bê girtin em ne li dijî wê ne. Îdîayên dewleta Tirk derew in, ji bo pêkanîna konsepta dagirkeriyê PKK’ê weke hincet bi kar tînin. Mînak gelo a niha kê ji Efrîn û Rojava çalakî kir ku Tirkiye dibêje ‘Li ser me gef heye’. Dema em li pergala dagirkeriyê ya dewleta Tirk dinihêrin, em dibînin ne rewşeke ji rêzê ye. Dewleta Tirk ji Heftanînê heta Xakurkê, Zapê, Metîna û Avaşînê 128 baregehên leşkerî çêkiriye. Li van baregehan bi texmînî 30 hezar leşker hene. Ji bo ku dewleta Tirk ji van deran derkeve, pêwîst e têkoşîneke pir mezin a leşkerî û siyasî were meşandin.’’

 

Her tişt ne PDK û YNK ye

Pirsa ''Peyama we ji partiyên siyasî yên li dijî PDK û YNK’ê çi ye?'' jî Karayilan wiha bersivand: ''Di serî de em silav û rêzên xwe ji hemû xuşk û birayên xwe re dişînin. Em bi taybetî Tevgera Goran silav dikin. Tevgera Goran bi pêşengiya şoreşgerê hêja Newşirwan Mistefa geş bû. Tevgera Goran ji avabûna xwe heta niha hêviyê dide. Ji ber ku ew li ser xeta rast dimeşe. Lê divê çalaktir be. Dibe ku li ser van mijaran hin nîqaş bên kirin. Ez bawer dikim ku ew ê bihêztir bibin. Gelê me ji Tevgera Goran pir bi hêvî ye. Ji ber vê yekê divê li gorî vê hewldan bê kirin.

Tevgerên Îslamî jî hene, lê hemû ne wek hev in. Wek mînak Yekgirtî Îslamî, Komeleya Îslamî. Dibêjim qey navê wê yê nû Dadwerî ye, welatparêz in û li ser bingeha baweriya xwe tevdigerin. Hêviyên me ji tevgerên welatparêz ên wiha hene, çi Îslamî û çi çepgir. Bi taybetî Hizbî Şûî, Hizbî Zehmetkêşan, Sosyalîst, Tevgera Azadî û gelek partiyên din. Li Başûr gelek partî û rêxistinên siyasî hene. Her tişt ne PDK û YNK ye, lê ev hêz di vê pêvajoyê de zêde ne çalak in. Li Kurdistanê şerekî mezin heye û dewleta Tirk Başûr dagir dike, li Kerkûk û li Mûsilê xwe birêxistin dike. Alîgirên xwe yên Tirkmen perwerde dike. Dibêjin Hewlêr jî ya me ye. Di warê aborî de jî li hember Kurdistanê xwedî siyasetekê ne. Li hemberî vê jî divê ev hêz bêdeng nemînin, çalak bin. Divê di vê mijarê de tenê li hêviya hikûmetê nemînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha siyasetekê dimeşîne. Bi fermî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, em jî rêzê li vê yekê digirin, lê siyaseta ku ew bi dewleta Tirk re dimeşîne ne rast e û ne ji bo berjewendiya gelê Kurd e. Dewleta Tirk dewleteke wisa ye ku destkeftî û statuya gelê Kurd ji bo xwe wekî xetereyê dibîne. Ma Erdogan bi xwe negot ku me li Bakurê Iraqê xeletî kir, em ê nehêlin li Sûriyeyê jî heman tişt pêk were. Dibe ku niha li dijî PKK’ê taktîkan bi pêş bixin, lê sibê Başûrê Kurdistanê jî bikin hedef. Ew eşkere nabêje, lê li her devera Başûr dagir dikin. Em ne li dijî hikûmeta herêmê ne. Herêm û gelê Kurd di qonaxeke pir girîng re derbas dibe. Ji ber vê yekê divê her kes bi berpirsyarî nêz bibe. Divê em li hemberî talana dewleta Tirk bêdeng nemînin. Ev pir girîng e, hêviya me jî ev e.’’

 

Wê teqez êrîşî Rojava bikin

Her wiha Karayilan li ser hilbijartinên bê yên Tirkiyê jî wiha axivî: ''Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi taybetî di van 2 salên dawî de êrîşên li dijî me û hemû Kurdan di çarçoveya hilbijartinan de pêk tîne. Ji ber vê yekê eleqeyek mezin bi wê re heye. Dema di sala 2021’an de êrîşî Garê kirin, xwestin derbeyek mezin li me bidin, li ser vê bingehê hilbijartinên pêşwext pêk bînin. Li Tirkiyeyê her tişt ne hikûmet e; dewlet jî heye. Projeya dewletê îlhaqkirina Mîsak-i Mîllî ye; dagirkirina ji Helebê heta Kerkûkê ye. Dewletê ev biryar daye. AKP-MHP jî bi vê çarçoveyê tevdigerin, dixwazin vê polîtîkayê bi cih bînin û bi taybetî di vê kêliyê de dixwazin êrîşên xwe zêde bikin, li ser bingeha dijberiya li Kurdan dengan ji gelên Tirkiyeyê bistînin û bi gotina , "Min Kurd pelçiqandin, Min Tirkiye rizgar kir, mezin kir." Bi vî rengî dixwaze nîjadperestiyê bilind bike û dengan ji wan bistîne, bi vî rengî di hilbijartinan de bi ser bikeve. Tê payîn ku 2 salan vê yekê pêk bîne û biçe hilbijartinên pêşwext. Wî ew fersend bi dest nexist.

Îsal ji meha Nîsanê ve êrîşî Zapê dikin. Çîroka serketinê, serkeftinê li derdora Zapê afirandin; dixwestin bi vî awayî biçin hilbijartinên pêşwext, lê nekarîn. Bi ser neketin, lewma berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Wê teqez êrîşî Rojava bikin. Li gorî konjonktûra siyasî bazar û hesaban dikin, lê dixwazin bi şerê li dijî Kurdan biçin hilbijartinê. Erdogan baş dizane; Ger bê şer biçe hilbijartinê bi ser nakeve. Ew ê li dijî Kurdan şer bimeşîne û bibêje ez bi ser ketim. Pêşî ev hesab bi Başûrê Kurdistanê re kir, lê bi ser neket; vê carê jî dixwaze vî hesabî li ser Rojavayê Kurdistanê bike û bi vî rengî biçe hilbijartinan û desthilatdariya xwe mayînde bike. Ev hikûmet dixwaze li ser tinekirina Kurdan xwe ava bike. Bi vî awayî dixwaze li ser siyaseta Osmaniya Nû serdest bibe. Ji bo vê jî êrîşa wî ya dawî pir bi hilbijartinan ve girêdayî ye.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.