Divê têkoşîna kedkaran bê dîtin

În 2 Gulan 2025 - 03:05

ROZA METÎNA / AMED

Hevseroka SES'ê ya Şaxa Wanê Fîgen Çolakoglu têkildarî 1’ê Gulanê bi lêv kir ku divê bi taybet ji bo keda civakê binpê nebe têkoşîneke hevpar bê meşandin û wiha got:"Divê em bi awayekî hevpar ji bo keda hemû civakê li berxwe bidin. Divê têkoşîna kedkaran û tevahiya civakê bê dîtin. "

Hevseroka Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) Fîgen Çolakoglu têkildarî 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bi lêv kir ku divê herkes bikaribe di karê ewle de bixebite û wiha dewam kir:"Ew rastiyek e ku qeyrana aboriyê îstismara kedê jî kûrtir kiriye, di pêvajoyek wisa de jin wekî hêza kar a erzan di rewşek hîn xirabtir de mane û zêdebûna bêkariyê jiyan zehmet kiriye. Di vê pêvajoyê de divê keda jinan û hemû karkeran bê parastin û qadên karekî bi ewle ji her kesî re bê vekirin." 

Destkeftiyên çîna karker biparêzin 

Fîgen Çolakoglu di destpêkê de da zanîn divê destkeftiyên çîna karker bên parastin û wiha got:"Li Tirkiyeyê, 1'ê Gulanê cara yekem di sala 1923'yan de wekî Roja Karkeran hate pîrozkirin. Di Nîsana 2008'an de wekî Roja Ked û Hevgirtinê hate pejirandin û di rojnameya fermî de di 22'yê Nîsana 2009'an de 1'ê Gulanê wekî betlaneya fermî hate ragihandin. Bê guman, ev dîroka kurt a ku min derbas kir ewqas bi hêsanî nehat bidestxistin, bedelên pir giran hatin dayîn. Azweriya bêdawî ya kapîtalîzmê ya mezinbûnê keda mirovan binpê kir. Ev roj bi awayekî rast bi destkeftiyên çîna karker a ku di dîrokê de ji bo mafên karker û kedkaran têkoşiyaye, hatiye îlankirin. Ji ber vê yekê ev roja dîrokî girîng e. Loma pêdivî ye ku ev roj were parastin, valahî werin dagirtin û têkoşîna ji bo destkeftiyên çîna karker û kedkaran were domandin."

Divê rê li rêxistinên jinan bê vekirin

Fîgen Çolakoglu da zanîn ji bo keda jinan neyê binpêkirin divê rêxistinbûyin pêş bikeve û wiha pê de çû:"Çîna karker û kedkarên ku keda wan tên binpêkirin li gorî zayendîbûnê jî tade dîtin û jin di rewşek bêtir bêparastin de man. Bi gelemperî jin neçar man ku di karên ne ewle de bixebitin. Îro, qada têkoşîna jinan pir xurt e, ew dikarin refleksên ji nişka ve pêş bixin, dikarin bi girseyî xwe rêxistin bikin û dikarin di nav tora têkoşînê de bisekinin. Di çarçoveya têkoşîna jinan de, divê rê li ber rêxistinên jinan bê vekirin. Pergal nêzîkatiyekê nîşan dide ku jinan di çarçoveya têgeha zayendê de ber bi têgeha zayenda duyemîn ve bibe. Di vê nuqteyê de, pêdivî ye ku meriv li ser eksena ku hemî jinan di bin heman banî de dicivîne û têdikoşe tevbigere. Divê hişmendiya têkoşîna jinan bê fêmkirin."

Şert û mercên xebatê zor in

Fîgen Çolakoglu bal bir ser şertên xebatê û wiha got:"Ji bo ku keda jinan xuya bibe, divê hebûna jinan di qada kar de domdar be. Şert û mercên xebatê ji bo jinan hîn zor in. Şert û mercên xebata nerm û nîv-demjimêr ên ku di pêvajoyên dawî de hatine nîqaşkirin, wê têgihîştinê diafirînin ku erk û berpirsiyariya sereke ya jinan malbat e û di vî warî de, têgihîştinek tê meşandin ku hemî bar û berpirsiyariyan dixe ser milê jinan. Her wiha em dikarin bibêjin hewldanek heye ku jinan ji qadên kar û hilberînê derxînin."

Qadên karekî bi ewle divê

Fîgen Çolakoglu da zanîn divê herkes bikaribe di karê ewle de bixebite û wiha dewam kir:"Ew rastiyek e ku qeyrana aboriyê îstismara kedê jî kûrtir kiriye, di pêvajoyek wisa de jin wekî hêza kar a erzan di rewşek hîn xirabtir de mane û zêdebûna bêkariyê jiyan zehmet kiriye. Di vê pêvajoyê de divê keda jinan û hemû karkeran bê parastin û qadên karekî bi ewle ji her kesî re bê vekirin." 

Divê têkoşîna kedkaran bê dîtin

Fîgen Çolakoglu herî dawî bi lêv kir ku divê bi taybet ji bo keda civakê binpê nebe têkoşîneke hevpar bê meşandin û wiha got:"Dixwazim bibêjim ku ji bo eşkerekirina hişmendiya jinan, pêwîst e têkoşîna jinan were dîtin û berdewamkirin, li dijî nêzîkatiya zayendî ya li hember jinan were têkoşînkirin û ji bo eşkerekirina hişmendiya jinan ji her beşê civakê bi jinan re têkilî were danîn. Divê em bi awayekî hevpar ji bo keda hemû civakê li berxwe bidin. Divê têkoşîna kedkaran û tevahiya civakê bê dîtin. "

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.