Karker rizgariya civakê ne
Pêncşem 2 Gulan 2024 - 00:57
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek da û got karker hêmana sereke ya rizgariya civakan e.
Rêveberiya Xweser ji bo Roja Karkeran a Cîhanê (1'ê Gulanê) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ew bi israr in ku têbikoşin da ku civakê bi pêş bixin.
Di daxuyaniyê de 1'ê Gulanê li karkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên Sûriyeyê bi giştî û seranserî cîhanê hat pîrozkirin û hat gotin karker stûna bingehîn a gihandina civakan in. Karker xwedî dîrokeke tijî a gihandin û pêşxistina civakan e û rola wan di avakirin, rizgarkirinê de heye.
Her wiha hat destnîşankirin ku keda karkeran di dirêjahiya dîrokê de li gel modela global a niha hatiye înkarkirin û ruxmî rola wan a pêşeng, lê tenê weke alavên berhemdanê hatin xebitandin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de karker bingeha xurt a hêz û avakirinê ne û di tevahî aliyan de dibin hêza pêşxistinê. Her wiha hat gotin Rêveberiya Xweser bi israr e têbikoşe da ku civakê bigihîne û bi pêş bixe.
NAVENDA NÛÇEYAN