Serhildana keda nayê dîtin
Çarşem 30 Nîsan 2025 - 02:30
- Li Amerîkaya Bakur, keda nayê dîtin li dijî mêtingeriya kapîtalîst û baviksalarî serî hildide. Jinên kedkar ên Meksîkayê bi şikandina zincîran dîrokeke nû ya berxwedanê dinivîsin.
Di dirêjahiya dîrokê de, parzemîna Amerîkaya Bakur bûye erdnîgariya nakokiyên kûr ên ku ji hêla kolonyalîzmê, belavbûna kapîtalîzmê û newekheviya zayendî lê bi teşe bûye. Pêla kolonyalîzmê ya ku Ewropayê di sedsala 16'an de dest pê kir, ne tenê di warê çavkaniyên xwezayî de bandor li parzemînê kir; û veguherand qada îstismarkirina sîstematîk a keda mirovan.
Dema ku împaratoriyên spananyolî, Brîtanî û Fransî li Cîhana Nû serdestiya aborî ava kirin, wan pergalek hilberînê li ser bingeha keda bi darê zorê ya gelên xwecihî û îstismarkirina welatiyên Afrîkayê ava kirin.
Di nava vê sîstemê de keda jinê rastî yek ji îstîsmara herî dijwar û nedîtî hat.
Jinên xwecihî di hilberîna çandiniyê, xizmeta malê û avakirina binesaziya kolonyal de dihatin xebitandin. Koleyên jin ên Afrîkî hem ji ber zayend û hem jî ji ber nijada xwe ducaran dihatin îstîsmarkirin.
Sîstema kapîtalîst ji zayîna xwe ve li Amerîkaya Bakur, keda jinê weke hêza kar a alîgir bi kar aniye. Jinan giranî dan ser hilberîna çandiniyê û bi şoreşa pîşesaziyê re, bi taybetî karên tekstîl, paqijî, xwedîkirin û komkirinê yên bi mûçeyên kêm bû para wan.
Tevî ku şerên serxwebûnê û avakirina netew-dewletan soza azadiyên siyasî yên nû dan jî, newekheviyên aborî û civakî yên jin bi wan re rûbirû diman berdewam kirin. Şoreşa pîşesaziyê di dawiya sedsala 19'an û destpêka sedsala 20'î de serdemek ku keda jinê bêhtir neyê dîtin dest pê kir. Jinan bi mûçeyên kêm, saetên dirêj ên xebatê, bê sendîka û bê ewlekariya civakî di zincîra hilberînê de cih girtin.
Îro jî keda jinan li Amerîkaya Bakur bi newekheviyek cidî re rû bi rû ye. Jin neçar in bi pirsgirêkên pir-qatî yên wekî mûçeyên kêm, îstîhdama bê ewle, cudakariya zayendî û şîdeta li cihê kar re têbikoşin.
Di vê çarçoveya berfireh a dîrokî de, mînaka Meksîkayê wekî yek ji erdnîgariyên ku herî zêde bandorên mîrateya kolonyalîzmê û pergala modernîteya kapîtalîst a mêtingeriyê li ser keda jinê nîşan dide, derdikeve pêş.
Ji salên 1960’î û vir ve jinên ku di kargehên maquiladora de dixebitin, li dijî şert û mercên dijwar ên îstîsmarê û şîdeta sîstematîk a li kargehê dest bi berxwedanê kirin. Di salên 1980 û 1990’î de bi kêmbûna karkerên jin ên bi mûçeyên kêm û zêdebûna kuştina jinan li bajarên sînor ên wekî Ciudad Juárez û Tijuana herêmên maquiladora xist rojeva cîhanê. Di vê pêvajoyê de ne tenê berxwedanên takekesî; Di heman demê de têkoşînên bi hêz ên rêxistinî derketin holê.
Keda jinan a li Meksîkayê di nava zincîra newekheviyê de ku di bin siya kolonyalîzmê de dest pê dike û heta pergala mêtingeriya modern a pergala kapîtalîst dirêj dibe, pêk hatiye. Lê di dirêjahiya dîrokê de jinan ji bo şikandina van zincîran xwe bi rêxistin kiriye, li ber xwe daye û keda xwe ya nedîtî daye dîtin. Îro, karkerên maquiladora li meydanan in, li ser riya ku kesayetên mîna Susana Prieto Terrazas vekirine, ne tenê mafên aborî lê di heman demê de mafên civakî û siyasî jî dixwazin. Jinên kedkar ên Meksîkayê her 1'ê Gulanê careke din têkoşîna xwe ya wekhevî, azadî û rûmetê mezin dikin.
JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN/DERYA CEYLAN