Serhildana keda nayê dîtin - 2

Duşem 28 Nîsan 2025 - 02:30

  • Li Almanyayê 1’ê Gulanê ne tenê betlane ye, bîr e. Di vê bîrê de li dijî binpêkirina kedê, daxwaza edaletê, grevên mezin tên kirin û herî zêde jî dengê keda nayê dîtin a jinan e. Yek ji çavkaniya vê îlhamê Clara Zetkîn e û îro jî li kolanên Almanyayê di pankartan de di bîra kolektîf de dijî. 1’ê Gulanê ne tenê bibîranîna paşeroj, nivîsandina rojeva têkoşîna pêşerojê ye jî.

Li Ewropayê bi kapîtalîzmê re guherînek giran pêk hat. Di dawiya sedsala 18’an de li bajarên mezin çînek nû vejiya: çîna karkeran. Her ku ev mezin bû newekheviyan jî rû da. Kedkarên li taxên xizan û qelebalix ên bajarên sanayiyê dijiyan, li dijî şert û mercên giran ên xebatê têkoşîn dan; bêguman ên ku herî zêde ji nedîtî ve hatin jin bûn. Bi taybet di atolyeyên tekstîl, karê paqijî û xizmeta malê de jin seranserê roja xwe bi xebatê derbas dikin, lê nabin xwedî tu mafekî civakî.

Sendîkayên serdestiya mêr, jin avêtin plana duyemîn an jî wek alîkar binav kirin. Li Almanyayê li dijî vê newekheviyê serhildanên mezin derketin holê û dengê herî xurt jî bû yê jinekê: Clara Zetkîn.

Di riya Clara Zetkîn de

Heta dawiya sedsala 19’an li Almanyayê di tevgera karkerên sosyalîst de hîna jin nedihatin dîtin. Qanûnan siyaset, rêxistinbûn û endamtiya sendîkayan ji bo jinan qedexe dikir. Lê Clara Zetkîn ji bo van dîwaran hilweşîne têkoşîna xwe, bi pênûs, kursî û çalakiya xwe meşand.

Clara Zetkîn daxwaza ku bila jin bibin kirdeya damezrîner û aktîf a têkoşîna çînî dikir. Li dijî kapîtalîzmê bi sekna xwe ya rêxistinkirî têkoşîn meşand. Ji 1891’ê şûnde bi kovara xwe ya Die Gleichheit (Wekhevî) li Almanyayê bû dengê jinên sosyalîst. Nivîsên wê tenê pirsgirêkên kedkarên jin teşhîr nedikirin, di heman demê de stratejiyên rêxistibûnê jî pêşkêş dikirin.

Gotina Clara Zetkîn

Li seranserê Almanyayê meşên 1’ê Gulanê ji aliyê jinên ku mîrateya Clara Zetkîn hildan ve hat rêxistinkirin. Bajarên wek Berlîn, Hamburg, Koln, Leîpzîg bi kortejên karkerên femînîst tije bûn. Yek ji rojeva herî girîng a îsal binpêkirina çînê ya bi newekheviya zayenda civakî pêk tê bû.

Li Berlînê jin bi dirûşma ‘jin nebin şoreş nabe’ balkişandin û bi dirûşmeyên ‘keda me tê dîtin, têkoşîna me bi rûmet e’ meşiyan û gotin divê keda malê jî tevli têkoşîna karkeran bê kirin. Seranserê meşê gotinên dîrokî yên Clara Zetkîn ên wek ‘Bêyî jinan çîna karkeran qels e. Bi vê kêmasiyê serkeftin ne pêkan e’ bi bîr xistin.

Tevgera sendîkal a Almanyayê, mîrateya ku Clara Zetkîn hiştiye li gorî şert û mercên têkoşînana îroyî plan dike û pêk tîne. Ev guherîn li qadên 1’ê Gulanê êdî ne tenê nûneriyek berfireh; di heman demê de teşeyê piştevaniyek hîn radîkal ava kir.

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN/DERYA CEYLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.