Li Reqa 2 çete hatin kuştin

Sêşem 2 Îlon 2025 - 03:40

QSD’ê da zanîn ku şaneyek çeteyên DAIŞˊê êrişî nuqteyeke wan a li gundewarê kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiriye. Der barê hûrgiliyên êrişê de, Navenda Ragihandinê ya QSDˊê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: "Şeva yekşemê, saet 11.50ˊî (31ˊê Tebaxê) hêzên me, QSDˊê bersiva êrişeke xwekujî ya şaneyeke terorîst ku tê gumankirin a rêxistina DAIŞˊê ya terorîst e, têk bir. Êriş li dijî nuqteyeke hêzên me ya li gundewarê bakurê bajarê Reqayê pêk hat.

Di bersivdana êrişkaran de yek ji terorîstan birîndar bû û bi kemera li xwe kiribû xwe teqand. Şervanên me di pevçûnan de terorîstê din kuştin. Di dema hêzên me bersiva êrişê didan de 3 şervanên me bi sivîkî birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan baş e. Hêzên me, QSDˊê diyar kir ku em di amadekariyên bilind de ne, em bi ser şaneyên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst û rêxistinên din ên terorîst de digirin, bersiva tevahî hewldanên têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin." Li aliyekê din balafireke bêmirov pêr  derengiya şevê  derdora Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.

Tu agahiyên zêdetir der barê bombebaranê de nehatin bidestxistin. Di 24 saetên dawîn de du caran balafirên bêmirov derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin. Beriya bombebarana dijî bendavê, QSD’ê bersiva êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞˊê ya dijî nuqteyeke QSDˊê li gundewarê kantona Reqayê dabû û di encamê de 2 DAIŞˊî hatibûn kuştin.

Beriya 3 rojan jî, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina li gundewarê rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê têk biribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.