2006 kesan daxwaza hevdîtinê kir

Sêşem 2 Îlon 2025 - 03:47

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber APO ya Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber APO, di 20’ê Tebaxê, di çarçoveya kampanyaya “I Want to Visit Ocalan / `Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim`” de li ser asta Sûriyeyê ji rewşenbîr, akademisyen, siyasetmedar, pêşengên civak û serokeşîran dest bi komkirina îmzeyan kiribûn. Di daxuyaniya destpêkirina kampanyayê de hatibû gotin ku ev xebat wê 30’ê Tebaxê bi dawî bibe, lê li gorî daxwazan dibe ku were dirêjkirin.

Endamê Rêveberiya Înîsiyatîfa Azadiya Rêber APO ya Sûriyeyê Ferzende Munzur derbarê rêveçûna kampanyayê de axivî û destnîşan kir ku ji ber eleqeya zêde ya ji bo kampanyayê dema vê xebatê heta 10’ê Îlonê hatiye dirêjkirin. Ferzende Munzur da zanîn ku kampanya berfireh bû, ji bawerî û ola Îslamê, Xiristiyan, Durzî, Êzidî, Elewî, Ismaîlî û Sinî, deverên cuda yên Sûriyeyê Şam, Selemiyê, Siwêda, Tertûs, Humis, Laziqiyê û Hemayê, her wiha pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Şîşan û Ermen, kesayetên Sûriyeyî yên dervî welat jî ji bo hevdîtina bi Rêber APO re navê xwe dane. Ferzende Munzur destnîşan kir ku hedefa wan xwegihandina hezar kesayetan bû, lê hejmara ku niha beşdarî kampanyayê dibin, her ku diçe zêde dibe û got: “Ji dema destpêkirina kampanyayê heta niha 2 hezar û 6 kesayet tevlî bûne.” Têkildarî qebûlkirina navên kesayetan û dayîna encamên dawî yên kampanyayê Ferzende Munzur got: “Ji bo ku hemû nav û sîfet li ber çavan werin derbaskirin, li gorî pîvanên hatine diyarkirin (pêşengên civakê, akademisyen û ..hwd) wê komîte wan navan qebûl bike. 21’ê Îlonê ku wekî Roja Aştî ya Cîhanê li gorî NY`ê tê naskirin, wê encama dawî ya kampanyayê bê eşkerekirin.”

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.