Bila 1'ê Gulanê aştiyê bîne

Şemî 3 Gulan 2025 - 02:50

Karker û kedkarên ku tev li pîrozbahiya 1'ê Gulanê bûn dan zanîn 1'ê Gulanê ji bo wan roja serhildanê ye û gotin:"Em bawer in îro ji bo karkeran dê bibe bersiva gelek tiştan."

Li seranserî Kurdistanê û cîhanê pîrozbahiyên 1'ê Gulanê hatin lidarxistin û bi milyonan karker daketin meydanan. Karker û kedkaran li her meydanê ev roj bi coş pîroz kirin. Li Amedê 1'ê Gulanê li Meydana Îstasyonê hat pîrozkirin. Karker û kedkarên ku tev li mitîngê bûn  axivîn û diyar kirin ku şer bandorê li ser jiyana wan, aboriya wan dike û ew dixwazin pêvajoya hatiye destpêkirin li pêş bikeve.

Hanîfê Kardaş a karker diyar kir ku 1'ê Gulanê ji bo wan roja serhildanê ye û wiha axivî: “Her dem dixwazin kedkaran, karkeran bi birçîbûnê bielimînin. Di aliyê aborî de gel zehmetiyên pirr zêde dikişîne. Ji bo vê em îro hatin mitîngê.”

Endama Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran diyar kir ku ew vê rojê li hemû karker û kedkaran pîroz dikin û wiha got: “Bi kedeke mezin em gihîştin îro. Me xwîn rijand ku heta em gihîştin vê astê. Yên ku di vê rêyê de ked dane em wan bi rêzdarî bibîr tînin. 1'ê Gulanê roja qîrkirina daxwazan e.”

Karkerê bi navê Alî Riza Yavûz jî da zanîn ku ew îro ji bo mafê xwe hatine qadê û wiha axivî: “Ji bo aştiyê û aramiyê em hatin qadê. Em hêvî dikin ku 1'ê Gulanê ji bo tevahî cîhanê aştiyê û aramiyê bîne.”

Orhan Kaya yê karker jî diyar kir ku îro ew ji bo pîrozbahiyê hatiye mitîngê û got: “1'ê Gulanê ji bo karkeran rojek gelek girîng e. Hemû karkerên cîhanê bi coş îro pêşwazî dikin. Em bawer in îro ji bo karkeran dê bibe bersiva gelek tiştan. Aştî ji bo hemû cîhanê gelek girîng e û pêwîst e. Ji bo wê em ê mil bidin vê pêvajoyê.”

Menav Tarhan ê karkeriya şofêriyê dike da zanîn ku 1'ê Gulanê gelek girîng e û ev yek anîn ziman: “Li welatekî mafê mirovan tune be em nikarin behsa mafên kedkaran bikin. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bigihîje astekî baş. Lê em ji dewletê bawer nakin. Em naxwazin ciwan bimirin. Divê dewlet gav biavêje. Em dixwazin li ser rastiyê ev pêvajo were birêvebirin.”

AW / OMER DEMÎR /AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.