Serhildana keda nayê dîtin

Şemî 26 Nîsan 2025 - 02:45

  • Jin hîna li seranserê cîhanê bi pereyekî kêm, bê qeyd tên xebitandin û tundiyê dibînin. Serhildana keda nayê dîtin di 1’ê Gulanê de bû dengê kolektîf.

Di roja îro de jin hîna bi heqedestên kêmi, bê qeyd tên xebitin û li kargeriyan tundiyê û newekheviyê dibînin. Keda jinê ne tenê li fabrîqe an jî ofîsan; li malê, kolanan û her derê tê afirandin. Lê keda jinê nayê dîtin. Ji ber vê 1’ê Gulanê dengê karkeran dengê mîlyonan jinî ye jî.

Xetên berxwedana dîrokî 

Di grevên Chîcago ya 1886’an ku çavkaniya îlhama 1’ê Gulanê de karkerên jin yên tekstîlê di eniya pêş de cih digirtin. Di 1908’an de li New Yorkê 15 hezar karkerên jin ji bo mafên xwe daketin kolanan. Van çalakiyan zemîna qebûlkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî amade kir.

Jin kêm qezenc dikin

Karkerên jin hîna li gorî karkerên mêr kêmtir heqdest digirin. Li gorî daneyên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ya 2022’yan li seranserê cîhanê jin li gorî mêrên ku heman karî dikin ji sedî 20 kêmtir qezencê dikin.

Berê jinan piranî didin karên bê ewle û heqdestê wê kêm. Ev tablo jî bi awayekî sîstematîk jinan dike asta dezavantajbûnê.

Li seranserê cîhanê beşek mezin a jinan di karên bê qeyd û bê ewle de dixebitin. Li gorî rapora ILO ya 2023’yan ji sedî 55’ê jinan di karên bê qeyd de dixebitin. Li Afrîkayê ji sedî 89, li Asya başûr ji sedî 85 li Başûrê Amerîkayê jî ji sedî 65.

Bandora vê nedîtina keda jinê bê guman ne tenê li ser aboriyê, li ser mafê civakî, jî dike. Jin ji mafên teqawîtbûnê bêpar dimînin û di bin rîska xizaniyê de ne.

120 mîlyon penaber bê qeyd in

Li seranserê cîhanê beşek mezin a penaberan jin in û di piyasa kedê de yên herî bê parastin. Li gorî daneyên Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women), a sala 2022’yan 120 mîlyon penaber bê qeyd û bi pereyên kêm tên xebitandin.

Di nûneriya sendîkal de jin

Li gorî rapora hevpar a Konfederaysona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) û ILO’yê li sernaserê cîhanê hejmara jinên endamên sendîkayane ji sedî 42 ye. Lê di lijneyên rêveberî, serokatî an jî rolê peya bilind de rêjeya jinan ji sedî 28 e.

Pandemiyê keda jinan şûnde xist

Li gorî daneyên ILO’yê di dema pandemiyê de îstîhdama jinan li seranserê cîhanê ji sedî 4,2 kêm bûye. Jin bi taybetî ji ber ku di karên xizmet, tekstîl, lênerînê de dixebitin, di tedbîrên karantînayê de zêdetir bi bandor bûn.

Li cihê kar tundî

Jin ligel pirsgirêkên heqdestê kêm û bêewlehibûnê, li kargeriyan tundiya fîzîkî, psîkolojîk û zayendî jî dibînin. Li gorî lêkolîna global a 2022’yan a ILO’yê ya li 121 welatî kiriye ji sedî 23.2’yê jinan herî kêm carekê li kargeriyan tundî û destdirêjî dîtiye. Ev li Başûrê Amerîkayê ji sedî 39 li Ewropayê jî ji sedî 33 ye.

Rêxistinbûnên jinan

Têkoşîna kedê ya jinan ne wek şexsî wek tevgereke kolektîf teşe dibe. Li seranserê cîhanê jin, ji derveyê sendîkayan jî rêxistibûnên xwe ava dikin û di qada kedê de dengê xwe bilind bikin.

Jin li her çar alî cîhanê di 1’ê Gulanê de ne tenê ji bo aboriyê; di heman demê de bi daxwazên civakî, polîtîk û çandî jî derdikevin qadan. Ev roj roja ku bi berxwedana jinê global bûye.

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN/DERYA CEYLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.