Lêkolîna rastiya jinê

Çarşem 18 Hezîran 2025 - 03:00

  • Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wiha dibêje:"Rêbazeke lêkolînê ya ji rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne."

Ezmûna 52 salan a Tevgera Azadiya Kurd qadeke azadiyên civakî vekiriye. Têkoşîna ku hevjiyana azad a bi wekheviya jinên azad û mêrên azad gengaz e, projeyek civakî ya nû pêş xistiye. Jinên Kurd ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de pêşeng in, bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aliyekî nû li bingeha afirandina civakek azad zêde kirine.

Jinan hem pêkanîna hevjiyana azad nîqaş dikin û hem jî li ser têkiliya wê ya civakê, avabûna bîrdoziyê, têkoşîna azadiya zayendî, dinirxîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, pirtûka 5’an de “Hevjiyana Azad” dinirxîne. Me jî di vê dosyaya xwe de cih da van nirxandinan.

Lêkolîna rastiya jinê

Abdullah Ocalan, wiha bal dikişine ser diyardeya jinê: “Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya ji rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne."

Hevjiyana sosyalîstwarî

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manifestoya xwe de wiha dibêje: “Sosyalîstbûn, beriya her tiştî di hevjiyanê de divê bi asta azadiyê re têkildar be. Divê mirov şêwazekî jiyanê bike bingeh, çawa ku pratîkên wê yên dijwar û bi pîvan di destpêka jiyana mîtolojiya kevin û dînî de dihatin dîtin. Kengî mirov karibe ji şêwazên jiyanê yên sîstemên şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst ên mirovan kedî dikin bibihure, hingê dikare hevjiyana sosyalîstwarî ava bike."

Redkirina cinsperestiyê 

Cinsperestiya mêr a li ser jinê tê ferzkirin bi tevahiya şêweyên xwe weke desthilatdariyekê xwe diyar dike. Cinsperestiyên bi vî rengî mirovan bextewar nakin, bihêlin bextewarkirin û şadkirinê, berevajî bi temamî çavkaniyeke nexweşî û xemgîniyê, qedandin û mirina zû ne. Binyeya ti jin û mêrî bi têkiliya cinsî ya bi vî rengî re li hev nake. Nexasim cinsperestiya ku kapîtalîzm bi reklamkariya jinê gij dike, bi temamî têkiliya xwe bi hegemonya îdeolojîk re heye û bi vê jî qanûna kara herî zêde misoger dike. Mirov dikare bibêje, ti têkiliya civakî bi qasî cinsperestiyê nikare sîstemê hilgire. Lewma ji bo mirov karibe bibe antî-kapîtalîst divê karibe vî şêwazê jiyanê yê cinsperest red bike û jê bibihure.

Jiyana gerdûnî û kollektîf 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, da zanîn ku jin û mêrên bi jiyana sosyalîst ve girêdayî, kengî jiyana azad bi awayekî gerdûnî û kolektîf pêk anîn, dikarin û şansa wan heye bi awayekî taybet jî rast û xweşik bijîn û wiha bi lêv kir: “Mirov dikare di tevahiya tevgerên mezin ên civakî yên dîrokê de vê rastiyê bibîne. Gelekî girîng e ku mirov jiyana taybet bi lîstikên zewacê û ji wê zêdetir neyênî bi şêweyên li derveyî zewacê re tevlîhev neke. Di jiyana fer û taybet de tevahiya potansiyela kolektîf û gerdûnî ya civakî veşartiye. 

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.