Ji bo Çakas bikevine nava tevgerê

Duşem 25 Tebax 2025 - 03:55

  • Ji bo Mehmet Çakas ku tê xwestin 28’ê Tebaxê radestî Tirkiyeyê were kirin, parlementerên Parlementoya Ewrûpayê yên Îtalî Ilariya Salis û Domenico Lucano, bang li hikûmeta xwe kirin.

Girtiyên siyasî yê Kurd Mehmet Çakas ku li girtîgeha Uelzen a Elmanyayê tê ragirtin, li hemberî biryara radestkirina Tirkiyeyê, piştgiriya ku li rayagiştî ya Ewrûpayê bilind dibe, bi peyamekê bersiv da. Çakas destnîşan kir ku li Tirkiyeyê şertên darizandina adil tine ye û ger were radestkirin wê rûbirûyê cezayê muebbetê yê girankirî û êşkenceyê bibe û got:’’Piştî ku biryara radestkirina Tirkiyeyê, li Elmanya û Îtalyayê ji hemû beşên cuda ji bo min piştgirî pêşket. Ez hemûyan bi rêzdarî û hezkirin silav dikim û dikarim bibêjim ku ev piştgiriya xurt li girtîgeha Uelzenê moral û hêzeke mezin daye min.’’

Hîna jî şert tine ne

Çakas di dewama peyama xwe de got:’’Dema ku mafê siyaseta demokratîk û zemînê qanûnî û hiqûqî yê pêwîst pêk hat, bêguman em jî dixwazin vegerin welatê xwe, nava gelê xwe û li ser axa xwe siyaseta demokratîk bikin. Bi salane bi hezaran siyasetmedarên Kurd, di çarçoveya hiqûqa dijmintiyê de, dîl têne girtin. Ji ber ez ji madeya 302 a TCK’ê tême darizandin, îspata wê yekê ye ku ger ez radestî Tirkiyeyê bêm kirin, ez ê rûbirûyê bi çi tiştan bibim.’’

Biryareke takekesî nîne

Çakas destnîşan kir ku biryara radestkirinê ne takekesî ye, biryareke siyasî ye û got:’’Biryara radestkirinê ne hiqûqî ye, bi temamî siyasî ye. Ji ber ku hem hiqûqa Elman hem jî ya Ewrûpayê xwedî hikmên eşkere û misoger in ku pêşî li radestkirina Tirkiyeyê ya mirovên di rewşa min de ne digre. Tevî hukmên misoger û eşkere jî, radestkirina min wê ji aliyê hiqûqa Elman û Ewrûpayê, bibe skandalek.’’

Ew ê hiqûq biser bikeve

Çakas di dawiya peyama xwe de wiha got:’’Tevî hemû neyînîbûnên tên jiyankirin jî, ew sekna bibiryar û piştgiriya xurt a di şexsê min de li hemberî vê bêhiqûqiya eşkere derketiye holê, bawer dikim ku wê encameke pozîtîf bi xwe re bîne. Ji bo hemû beşên ku piştgirî dane û hestiyar in, ez minnetdariya xwe pêşkêş dikim û dibêjim, wê hiqûq serbikeve.’’

Banga wekîlên Îtalî ji hikûmetê re

Ji aliyekî din peyamên piştgiriyê yên ji bo Çakas jî herdiçe zêde dibe. Endamên Parlementoya Ewrûpayê yên ji Tifaqa Kes û Çepan, Ilaria Salîs û Domenico Lucano, li dijî radestkirina Mehmet Çakas derketin û bang li hikûmeta Îtalyayê kirin. Wekîlan bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin wê yekê ku Mehmet Çakas tevî ku li Tirkiyeyê sucdariyeke şênber hebe, bi hinceta ‘Endamtiya PKK’ê’ cezayê muebbeta giran wergirtiye û ger were radestkirin, ew ê rûbirûyê binpêkirinên mafan ên giran bibe û gotin:’’Mehmet wê bi aqûbeta bi hezaran girtiyên siyasî yên Kurd ku bûne qurbanê zextên rejîma dij Kurd a Erdogan û tolhildana siyasî ya li Tirkiyeyê re rûbirû bimîne.’’

Divê Elmanya li gorî peymanê tevbigere

Di daxuyaniyê de herwiha hate bibîrxistin ku Elmanyayê ji bo radestkirina Çakas Bultena Sor di sala 2023’an de derxistiye, Îtalyayê jî bi şertê ku piştî darizandina Mehmet careke din radestî Îtalyayê bikin ev yek qebûl kiriye. Lê geşedanên dawî nîşan didin ku ev peyman hatiye binpêkriin û wiha hate gotin:’’Rayedarên Elman bi eşkereyî ev peyman binpêkirine û dixwazin di 28’ê Tebaxa 2025’an Mehmet radestî Tirkiyeyê bikin. Em bang li herkesê dikin ku ji bo Elmanya li gorî sozên xwe tevbigere, zexteke dîplomatîk pêk bînin. Ev bang îro ku PKK’ê dest ji çekan berdaye û ragihandiye ku ew ji bo aştiyê amade ne, hîn zêdetir girîng e.’’ Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji parlementerên Îtalî ku piştgirî dane Çakas, Ilariya Salis beriya ku ji bo parlementoya Ewrûpayê bê hilbijartin, li Macarîstanê girtî bû. Salîs di dema ku protestoya li dijî Neo-Naziyan hate girtin û 15 mehan di girtîgehê de ma. Di Hezîrana 2024’an de ji lîsteya Tifaqa Keskan û Çepgiran weke endamê parlementoya Ewrûpayê hate hilbijartin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.