Divê têkoşîn timî hebe

Duşem 22 Çile 2024 - 01:45

  • Hevserokê MAF-DAD’ê Parêzer Mahmût Şakar destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, divê têkoşîna civakî her tim were kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê yên li girtîgehên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi daxwaza şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, îro roja xwe 57´an li pey xwe dihêlin. Herwiha xizmên girtiyên azadiyê jî ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe, li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Edene, Mêrsîn û Izmîrê dest bi Nobeta Edaletê kirine. Nobeta malbatên girtiyên azadiyê jî bi biryardariyeke mezin dewam dike. Çalakiya xizmên girtiyan bi elaqeyeke mezin tê pêşiwazîkirin û heroj bi dehan kes diçin serdana çalakiya Nobeta Edaletê. 

Endamê Desteya Rêveber a MAF-DAD’ê parêzer Mahmût Şakar jî têkildarî tecrîda şidandî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna hiqûqî ya li nava saziyên navneteweyî, ji ANF’ê re axivî. Şakar diyar kir ku girava Îmraliyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, ji roja destpêkê ve ji hiqûqê bêpar e û got, “Xebatên ku ji aliyê dîplomasî û hiqûqa navneteweyî ve derbarê Birêz Ocalan de tên kirin, ji roja ku ew anîn girava Îmraliyê ve dest pê kir. Pêvajoya Îmraliyê ya 25 salan, di heman demê de ji aliyê hiqûqa hundir û navneteweyî ve pêvajoyeke têkoşînê ye. Ji sala 1999’an û şûn ve dozên cur be cur hatin vekirin, nexasim li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME). Têkildarî şert û mercên îzolasyonê û mafên bingehîn. Li gel vê yekê serdanên Rêxistina Rêşîgirtina li Êşkenceyê ya ser bi Konseya Ewrûpayê CPT´yê çêbûn. Raporên wan hatin weşandin. Weke parêzerên wî em jî têkildarî rewşa Birêz Ocalan ev demeke dirêj e ku hevdîtinan dikin. Weke nivîskî me li ser her cure bûyer û qewmînê ji ewilî ve ew agadar kirin. Me bi saziya elaqeder, CPT´yê, weke mekanîzmaya siyasî Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê, komîsyonên elaqedar ên Konseya Ewrûpayê, Konseya Wezîran re gelek hevdîtin kirin û ew agahdar kirin. Di DMME’yê de heta niha gelek doz hatin vekirin. Di sala 2021’ê de hevalên me di Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de têkildarî rewşa îzolasyonê ya Birêz Ocalan miracaet kir. Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê li dijî Tirkiyeyê biryara tedbîrê da. Xwest ku parêzer hevdîtinê bikin.”

Tirkiye hiqûqê binpê dike

Şakar destnîşan kir ku di encama têkoşîna hiqûqa navneteweyî de di pêvajoya 25 salan de ji bo Rêber Abdullah Ocalan hin biryar derketine holê û wiha peyivî: “Tirkiye ji bo pêkneanîna biryar û pêşniyazên van saziyan, israr dike. Heta roja îro di hiqûqa hundirîn a Tirkiyeyê de yek bersiva erênî jî nehatiye dayîn. Hiqûqa hundir a Tirkiyeyê ji Birêz Ocalan re hatiye girtin. Di vê nuqteyê de ne pêkan e ku mirov li ser hiqûqa hundir mafekî bi dest bixe. Hiqûqa hundir a Tirkiyeyê parçeyekî tecrîdê ye. Ez dixwazim bibêjim ku rewşa Birêz Ocalan ji aliyê mekanîzma û hiqûqa navneteweyî ve jî qadeke pirsgirêkê ye. CPT bi xurtî li pişt biryarên xwe nasekine. Esas li gorî destûra xwe mekanîzmayên ku hîn bêhtir zextê li Tirkiyeyê bikin bi kar nayîne. Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê ku ji pêkanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e, li ser Tirkiyeyê zextekê çênake. Helwêstê nîşan nade. Ev sazî bi rengekî cidî nêzîk nabin, li pey biryarên xwe nasekinin û helwêstekê nîşan nadin ku Tirkiye van biryaran pêk bîne, maneya vê yekê ew e ku di nava lihevkirineke veşartî yan jî eşkere de ne.”

Azadiya Ocalan meseleya rûmetê ye

Şakar ragihand ku ji bo azadiya Ocalan saziyên hiqûqê yên navneteweyî bêbandor dimînin, lê bi zexta civakî re wê ev sazî bikevin nava liv û tevgerê û got, “Rewşa Birêz Ocalan hem ji aliyê krîza di pirsgirêka Kurd de, hem jî ji aliyê polîtîk ê ji ber otorîterbûna li Tirkiyeyê ve derdikeve pêş. Atmosfereke siyasî heye ku tenê Birêz Ocalan dikare çareser bike. Belavbûna paradîgmaya wî, qebûlbûna wê, qabiliyeta wî ya çareseriya siyasî, ev hemû dibin sedem ku ji bo Birêz Ocalan hestiyarek bi pêş bikeve. Şikandina tecrîda şidandî ne tenê ji aliyê Kurdan ve, ji aliyê derdorên demokratîk ên navneteweyî ve jî bûye pirsgirêkeke rûmetê. Têkoşîna ku hem li parçeyên Kurdistanê, hem li Ewrûpayê û her devera cîhanê tê meşandin, wê encamê bigire. Ji bo ku saziyên hiqûqê yên navneteweyî jî bi rola xwe rabin û hestiyar bibin, divê ev hestiyarî hebe. Divê têkoşîna civakî bidome. Ez bawer dikim ku bi têkoşîneke daimî, wê ev tecrîd bişike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.