Divê Rêber Apo bikeve dewrê

Pêncşem 6 Adar 2025 - 03:45

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku PKK wê kongreya xwe lidar bixe û destnîşan kir ku divê Rêber Apo di pêvajoya kongreyê de bikeve dewrê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernayeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û diyar kir ku girêdayî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê, PKK wê kongreya xwe lidar bixe û da zanîn ku divê Rêber Apo di pêvajoya kongreyê de bikeve dewrê. Karasû destnîşan kir ku bi banga Rêber Apo pêşiya tecrûbeya ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê vebûye û got:“Banga Rêber Apo gelekî watedar û girîng e. Ev bang, weke ku Pervîn Bûldanê jî anî ziman bi keda mezin a Rêber Apo pêk hat. Ev aşitî di heman demê de ji bîranînên leşker û polîsên ku li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane re dibe bersivek. Jiyana wan jî bi vî awayî wateyekê distîne. Bêguman di vê têkoşînê de rola hêzên demokrasiyê û hêzên berxwedana demokratîk ên li Tirkiyeyê jî heye. Têkoşîna wan jî, di warê pêşketina demokratîkbûyîn û hişmendiya demokratîk de xwedî ked e. Her wiha di du salên dawîn de li seranserê cîhanê ji bo azadiya Rêbertî pêngavek hate lidarxistin. Di kirina bangeke wiha û pêvajoya heyî de keda wan jî gelek e. Tecrîd ji aliyekî ve hate şikandin. Helbet ji bo ku bi temamî rabe, divê rewşeke cudatir pêş bikeve.

Manîfestoya sed salî

Lê belê pêvajoya îroyîn, hevdîtina li gel Rêbertî, banga Rêbertî ya ji bo raya giştî a cîhanê daxuyaniya bidîmen hatiye dayîn lê dîmen nehatine dayîn, bi tenê wêneyek hate dayîn, helbet dîtina Rêbertî ya di wêneyekî wiha de jî, xwendina Rêbertî ya belgeyeke bi vî rengî ya li Îmraliyê jî hêz û moreleke mezin da me. Hêz û moraleke mezin da gelê me jî. Ji ber vê yekê ev daxuyanî bi rastî jî pir pir girîng e. Ji xwe Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya xwe de weke “Manîfestoya 100 salî” bi nav kir. Bi rastî jî dema ku her hevokeke wê manîfestoyê baş tê nirxandin nêrînek, felsefeyek, têgihiştineke siyasî û polîtîk derdikeve pêş. Dibe ku kurt be lê belê her hevokeke wê nêrînekê, perspektîfekê, felsefeyekê û nêrîneke siyasî derdixe pêş. Ji ber vê yekê gelekî hêja ye. 

PKK jiyan çand û hebûna gelê Kurd e

PKK ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Gelê Kurd bi salan bi deh salan got; “PKK gel, gel li vir e.” PKK ji bo gelê Kurd ne tenê partiyeke siyasî ye. Yanî ji partiyên din ên li cîhanê cudatir e. Jiyan, çand û hebûna gelê Kurd e. PKK bi têkoşîna xwe ya 50 salî gelek tişt li vî gelî da zêdekirin. Bandoreke wê sedsalan berdewam bike. Ji ber vê yekê helbet, dibe ku gotina fesihkirina partiyeke wiha di nava civakê de rê li ber dilşikestinekê vekiribe. Lê belê helbet gelê me ji partiya xwe jî û ji Rêbertiya xwe jî bawer dike. Yanî dibînin ku ev bang û nêzîkatiya Rêbertî wê di çarçoveya berjewendiyên gel de bin û heman tişt ji bo gelên din jî derbasdar e. Nêzîkatiya gelê me jî weke ya Rêbertî û partiya me ye û wê wisa jî be. Dagerek e û xaleke gelekî girîng e. Yanî mîladek e. Têkildarî bingeha demokratîkbûyîn û veguherîna Tirkiye û Rojhilata Navîn xaleke gelekî girîng e. Ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Her wiha em Rêbertiya xwe jî, ji ber têkoşîn aniye merhaleyeke wisa, ev pêşketin û veguherîn pêk anîye û pêşiya vê veguherînê vekiriye jî bi rêz û minetdarî silav dikin.  Em ê bersiva vê kedê bidin. Em tevgereke bi vî rengî ne. Dibe ku kêmasiyên me çêbibin. Lê belê hemû caran girêdayî polîtîkaya îdeolojîk ya Rêbertî, me hewl daye ku ji keda wî re bibin bersiv. Ji niha û pê ve jî em ê wisa tev bigerin. 

Divê şertên siyasî û hiqûqî pêk bên

Ji aliyê din ve bi zelalî û bi kurtî diyar kir ku çawa fêm kiriye û wê çawa bersivê bidinê danî holê. Her wiha bi vê daxuyaniyê berprisyarî û erka her kesî bi bîr xist. Di vî alî de bi vê daxuyaniyê re pêşiya pêkanîna daxuyaniya Rêber Apo heta dawiyê hate vekirin. Di vî alî de divê êdî şert û mercên siyasî û hiqûqî bên bicihanîn. Bêyî vê yekê wê ewqas gerîla çawa dev ji şerê çekdarî berdin, ew qas endam û endamên rêxistinê wê çawa bikevin nava pêvajoyê? Ez texmîn dikim ku gava pêvajoyek wiha dest pê bike, wê her kes li cihê xwe nemîne û li bendê bimîne ka wê çi bibe. Dibe ku tiştek wiha bibe? Di vî warî de weke ku Rêber Apo jî gotiye, helbet divê şert û mercên hiqûqî û siyasî bên bicihanîn.

Daxuyaniya dawî cuda bû

Eger çareseriya pirsgirêka Kurd nebûya, gelo eleqeyek wisa, nîqaşek wisa, pêvajoyek wisa dibû? Li cîhanê her kes daxuyaniyê dide. Elmanyayê daxuyaniyek da û got, "Divê mafên Kurdan jî bên qebûlkirin." Di vî warî de gotina Omer Çelîk û Uçum hinekî şerekî taybet e. Yanî ev nêzîkatiyek e mîna, binêrin, bêyî ku em tiştekî bidin me çareser kir. Yanî mijarên wiha divê cidî neyê girtin. Daxuyaniya dawî ya Erdogan jî ji wan cuda bû. Negot pirsgirêk çareser bûye. Lê got ku di dawiya vê pêvajoyê de wê her kes bi ser bikeve. Di vî warî de divê em propagandaya derdorên cuda bi taybetî jî AKP’ê zêde cidî negirin. Dibe ku hin kes tiştên wiha bibêjin. Yanî ew hîn jî dikarin di bin bandora şerê taybet, bandora propagandayê û bi gotinên berê biaxivin. Em niha van pir girîng nabînin û ciddî nabînin.

Divê nêzîkatiya muxalefetê rast be

Hêzên muxalîf ên di nava pergalê de; yanî CHP û hêzên din jî divê di nava nêzîkatiyekî rast de bin. Pir bi fikar in. Bifikarên wekî gelo DEM Partî û AKP’ê xalek ya destûra bingehîn biguherînin, ev nêzîkatiyên ji rêzê ye. Yên ku difikirin ev pêvajo li ser bingeha lihevkirinek wisa derketiye, pir şaş in. Wê rojê Mahîr Başarir jî got; Ji bo Tirkiye pêwîstî bi destûra bingehîn ya nû heye. Helbet heta niha guh nedan destûra bingehîn jî, guh nedan qanûnê jî. Lê ji niha şûnde, piştî vê gavê helbet sedema desthilatdariyê nema êdî wekî berê tevger bike. Pirsgirêka bekayê nema. Di vê aliyê de helbet dev ji hinek tîştan berde. Eger bêje na ez bernadin, ez ê wekî berê bidomînin ev wê bibe sabotekirina vê pêvajoyê. Û li gorî min jî daxuyaniyên di rojên dawî de jî erênî bûn. Di vê çarçoveyê de divê xwe jî xwedî lê derkevin. Ez bawer dikim ku wê wisa bikin. 

Divê li gorî agirbestê tevbigerin

Niha me agirbest ragihand. PKK wê kongreya xwe li dar bixe. PKK wê di kongreyê de biryaran bigre. Ev wê di demekî diyar de çêbibe. Ne hema di du roj, sê roj û pênc rojan de çêbibe. Jixwe pêwîst e Rêber Apo bikeve dewrê. Di vê pêvajoyê de helbet divê êrîş çênebin. Yanî eger êrîşî hêzên gerîla ên di parastina rewa de bikin wê çi bikin? Ma wê bêjin were min bikuje? Ma wê bêje were min dîl bigre. Ji ber vê yekê divê agirbestê binpê nekin. Wê demê divê dewlet jî, artêş jî li gorî vê tevbigere. Eger li gor vê tevnegere ev dibe provokasyon. Dibe sabotekirin. Ev tê wateya ku bêjin em pêvajoyê qebûl nakin. Di gotin de qebûl dikin, di pratîkê de ji holê rakirin e. Helbet divê di vê mijarê de baldar bin. Eger ev pêvajo rêve biçe, divê guh bidin vê agirbestê û li gorî wê tevger bikin.’’ 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.