Divê Kurd xwe birêve bibin

Duşem 13 Çile 2025 - 03:20

Serokê Komîsyona Siyasî ya Yekîtiya Ewropayê ya Meclisa Nûneran a Îtalyayê Alessandro Cillo Vignia, derbarê geşedanên dawî, taybet jî Suriye û Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Rayedarê Îtalî Alessandro Cillo Vignia da zanîn ku damezrandina dewleteke federal a Kurdan a ku ji aliyê Kurdan ve bê birêvebirin, wê ji bo vê herêma ku îro rastî nakokî û pirsgirêkên curbicur tê (Rojava), bibe faktoreke aramiyê.

Di derbarê Rojavayê Kurdistanê de rayedarî Îtalî dibêje:“Em wekî parlamenter û saziyên Îtalyayê hêvî dikin ku li Sûriyeyê jî mîna îro li Îraqê heye, desthilateke xurt a Kurdan a herêmî ku xwedî desthilatên yasadanan û rêvebiriyê ye, were avakirin. Divê ji bo Kurdên Sûriyeyê jî dewleteke federal, rêvebiriyeke xweser û herêmeke xwedî desthilatên yasadanê hebe.”

Alessandro Cillo Vignia di dewama axaftina xwe de behsa têkoşîna Kurdan ya dijî DAIŞ’ê kir:“Hem Ewropa hem jî Emerîka dizane ku gelê Kurd ê qehreman ji bo welatên Rojava li hemberî celladên DAIŞê şer kir. Jin û mêrên di nav hêzên Kurdan de li dijî celladên DAIŞê şer kir. Rojava nikare vê yekê ji bîr bike.” Alessandro Cillo Vignia herî dawî got; “Em çiqas dikarin bi vê rêveberiya nû ya Suriyeyê re diyalogê deynin? Em çiqas dikarin bi vê hikûmeta nû re têkilî deynin? Hemû tişt hîn di destpêkê dene û ne zelalin. Ji perspektîfa welatên Rojavayê ve, pir girînge ku Sûriye ber bi dewleteke federal ve biçe ku tê de herêmên cuda, miletên cuda û çandên cuda bên temsîlkirin. Helbet em bi taybetî li ser herêma Rojavayê Kurdistanê difikirin ku îro di nav sînorên Sûriyeya nû de ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.