Divê Iraq mafê Êzidiyan nas bike

Duşem 5 Tebax 2024 - 02:55

Bi rasthatina salvgera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, meşeke girseyî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li navenda bajarê Şengalê çêbû. Meşa bi dirûşmeya, ‘Ji Qirkirin û Koletiyê Ber bi Xweserî û Azadiyê ve’ li ber Meclisa Gel destpêkir heya mekteba Zerîfa Osê dewam kir. Piştî girse gihîşt ber mektebe bernameya merasîmê destpêkir. Hêzên siyasî, leşkerî û oldarên Êzidî peyamên xwe yên 10’emîn salvegera fermanê dan.

Destpêkê li sernavê Oldarên Êzidî Mam Faxir Xelef axivî û diyar kir herkes biçavê xwe dît, ferman çawa çêbû û pêşmergeyên PDK’ê Êzidiyan di nava lepên DAIŞ’ê de hişt û got:“Yê rê li ber qirkirina Êzidiyan girt, gerîla bûn. Em ê weke civaka Êzidî xirabî û başiyê ji bîr nekin. Emê yên bûn sedema fermanê tu carî efû nekin. Yên ji bo axa me canê xwe fedakirin jî derbasê dîrokê bûn û wê tu kes nekare înkar bike.” Piştî axaftina Mam Faxir Mîr Nayîf Dawid peyama xwe bi zimanê Erebî da û banga naskirina îradeya gele Şengalê li hikûmeta federal a Iraqê kir û got:“Ji derveyî Êzidiyan tu kes nikare wan li ser piyê wan bihêle. Ancax ew bixwe parastina xwe bikin û xwe rêve bibin.’’

Divê weke jenosîd nas bikin

Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo nenaskirina fermana 3’ê Tebaxê weke jenosîd rexne kir û got:“Belgeyên li ber dest têra xwe heye ku Iraq jenosîdê nas bike. Lê bi hinceta ku Iraq ne endamê dadgeha Laheye dibêje, nikarin. Em vê helwesta Iraqê bi tu awayî qebûl nakin. Divê Iraq bi awayeke cidî li ser jenosîdê bisekine.”

Şagirtên Rêber Apo me parastin

Nayîf Şemo di dewama axaftina xwede îşaret bi komploya li dijî Êzidiyan kir ku li Ammanê hatibû pîlankirin û PDK jî beşdar bû û got:“Ev pîlan bi tevlîbûna Tirkiye û PDK’ê û gelek welatên navnetewî li Ammanê hate çêkirin. Xwestin me qir bikin û me ji axa me derbixin. Lê destwerdana gerîla û şagirtên Rêber Apo civak hate parastin û niha jî li ser heman rêbazê diçe. Lê ev pîlanên qirkirinê hîn dewam dikin û dixwazin qirkirina civaka me bibin serî.”

Me zincîrên koletiyê qetandin

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ) Riham Hico da zanîn bi saya şehîdan rê li qirkirinê hatiye girtin û got:“Em civaka Êzidî gelekî bi ax,çand ziman û baweriya xwe ve girêdayî ne.  Me tu carî  teslîmbûn qebûl nekiriye û serî ji tu tu kesî re netewandiye. Ev bîranînên ku em îro çêdikin wê peyamê dide ku me zincîrê koletiyê qetandiye. Em êdî xwedî  hêzên xwe yên parastinê, xwedî   rêxistin û siyaset in.  Ji niha û şûnde wê tu kesek nikaribe li ser me peymanan û lihevkirinan çêbike. Wê pirsgirêkên Şengalê ne li Bexda, Parîs, Hewlêr û Enqere, wê li vir bê çareserkirin. Îro me bersiva fermanê  daye, lê tişta ku ji nan û av zêdetir ji me re girîngtire yekîtî û  xwe rêxistinkirine. Em bi vê boneyê bang li gelê xwe dikin, eger ser bi çi aliyê siyasî bin jî, ji bo Êzdayetiyê kar bikin.”

Şehîdan xwe kirin mertal

Li ser navê fermandariya YBŞ’ê Kurtay Şengalî jî axivî û şehîdên berxwedana Şengaê bibîranî û got:“Cîhan mîna li filmekî temaşe bikin, li komkujiyê temaşe kirin. Lê hesabê destwerdana şervanên azadiyê nekiribûn ku xwe ji bo parastina gelê me kirin mertal û rê li qirkirinê girtin. Şêx Xêrî, şehîd Berxwedan, şehîd Nûjiyan, Dijwar, Zerdeşt û hevalên din ên wek van xwe ji bo Êzdayetiyê kirin mertal. Civaka me timî pêşengiyê ji şer û berxwedanê re kiriye, dikare ji bo yekîtî û demokratîkbûna Iraqê re jî pêşengiyê bike. Şervanên YBŞ û YJŞ’ê rûmeta Iraqê parastine û pêwîste Iraq jî vê yeke bibîne.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.