Dîsa li pey fermana Şengalê ne

În 13 Çile 2023 - 01:34

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî di serdana xwe ya li Bexdayê de, daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî kir ku ‘Peymana Şengalê’ ya li dijî Êzidiyan pêk bîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî duh bi şandeyekê serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir û li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî civiya.

Mesrur Barzanî di derbarê civînê de got; “Yek ji mijarên ku hatin guftugokirin ‘Peymana Şengalê’ bû.”

Hêjayî gotinê ye ku daxwaza Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di demek wiha de ye ku 3 sal in xelkê Şengalê ‘Peymana Şengalê’ red dikin û ne amade ne ku di bin ti hincetekê de ev peyman li ser wan were pêkanîn.

Di 9’ê Cotmeha sala 2020’an de PDK û Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî ‘Peymana Şengalê’ îmze kir.

Li gorî peymanê wê rêveberiyek nû ji bo Şengalê were avakirin û ewlehiya bajêr wê ji aliyê polîsên xwecihî ve were pêkanîn û parastina derveyî bajêr jî wê ji aliyê artêşa Iraqê û pêşmergeyan ve were kirin. Her wiha Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên ku niha Şengalê bi rêve dibin wê werin rakirin.

Li aliyê din ofîsa serokwezîrê Iraqê Sûdanî ragihand ku hikûmeta PDK´ê û hikûmeta federal a Bexdayê li hev kirine ku ew ê qanûnên neft û gazê li destûra bingehîn bînin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.