‘Dilxwaziya’ bi zorê ya Tirk di rojeva NY’yê de ye

Duşem 15 Tîrmeh 2024 - 00:56

DÎREN YURTSEVER / MA / STENBOL

Rûniştina 56'an a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), di 18'ê Hezîranê de li Ofîsa Cenevreyê ya NY'yê dest pê kir. Di çarçoveya rûniştinan de wê gelek rêxistinên civaka sivîl di navbera 16-17-18'ê Tîrmehê de bi Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya NY'yê (CAT) re binpêkirinên mafan ên li gelek qadan rû didin gengeşe bikin. 

Ji Tirkiyeyê di nava rêxistinên rapor berpêşkirina Komeleya Hiqûnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Weqfa Lêkolînên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) û The World Organization against Torture (OMCT) cih digirin. Di raporê de ku her çar saziyan ji bo penaberan amade kiriye, binpêkirinên mafan bi awayekî berfireh cih digirin. 

Tirkiyê Rêgeza Paşveşandinê binpê dike

Komîte, piştî gengeşeyên di rûniştinan de wê "Rapora Tirkiyeyê" amade bike.  

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Tirkiye hem alîgirê CAT2ê ye hem jî endameke Komîteya Rêveber a Peymana Penaberan (EXOM) ye, lê tim Non-refoûlementê (rêgeza paşveşandinê) binpê dike. 

Sedema fikaran e 

Di raporê de şert û mercên penaber û koçberan ên li navendên destgîrkirinê hatine destnîşankirin û hatiye gotin binpêkirinên li van deran û şert û mercên van navendan cihê fikarên mezin in. 

Bi zorê ‘vegera bi dilxwazî’ îmze dikin

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku penaber li navendên koçberiyê bi darê zorê formên "vegera bi dilxwazî" bi penaberan tên îmzekirin û got ku mafê telefonê jî bi şertê "belavkirina xwarinê" tê dayîn. 

‘Odeyên qanihkirinê’

Di raporê de hatiye bilêvkirin penaberên hatine Tirkiyeyê û hatine destgîrkirin neqlî navendên koçberiyê yên din tên kirin û li vir ji bo bi dilxwazî vegerin welatê xwe "odeyên qanehkirinê" hatine çêkirin û hatiye gotin ku gava penaber vê yekê qebûl nakin jî pêdiviyên bingehîn ên wekî betanî û nivînê nadin wan. 

Divê bêne şopandin

Di raporê de hatiye xwestin ku ev binpêkirin ji aliyê komîteyeke bêalî ve bên şopandin û bên raporkirin û gavên pêwîst bên avêtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.