Wê bi dirûşma ‘Azadiya te azadiya me ye’ bimeşin

Yekşem 10 Mijdar 2024 - 16:30

  • Amadekariyên TJK-E’yê yên ji bo meşa bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dê bi dirûşma “Azadiya te azadiya me ye” li Kolnê bê lidarxistin, dewam dike. 

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin, di 10’ê cotmeha 2023’yan di asta kûrewî de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” kampanya hatibû destpêkirin. Kampanya didome. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya kampanyayê de rêzêçalakiyên “Tîrêjên Rojê” da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de di 21’ê cotmehê de ji bo bidawîkirina îşkenceya li Îmraliyê ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name û kartpostalan da destpêkirin. Armanca çalakiyê ew e ku milyonek name û kartpostal bên şandin û hêj didome. 

 TJK-E xwe ji bo meşa bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dê di 16’ê Mijdarê de bi dirûşma “Azadiya te azadiya me ye” li Kolnê bê lidarxistin amade dike. Di heman demê de TJK-E xebatên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê jî bênavber didomîne. 

 Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan têkildarî xebatên kampanyayê û 25’ê Mijdarê axivî. 

Amadekarî didomin

Ayten Kaplan, diyar kir ku ew bi kampanyayê armanc dikin ku ji bo “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan tavilê gavan bidin avêtin û ev tişt anî ziman: “Lewma jî meşa 16’ê mijdarê girîng e. Amadekariyên me didomin.”  

Azadiya te azadiya me ye 

Bi domdarî Ayten Kaplan, wiha got: “Dê di meşa 16’ê mijdarê de kortejên jinan hebin. Dirûşma me jî ‘Azadiya te azadiya me ye.’ Azadiya rêbertiya me û me girêdayî hev e. Jinan, azadiya xwe bi rêbertiyê dît. Rola Rêbertî dide jinê, guherîna civakê tenê bi azadiya jinê dibe û ev jî şoreş e. Dê bi dovîzan daxwazên xwe vebêjin.”

Çalakiyên 25’ê Mijdarê

Ayten Kaplan da zanîn ku xebatên wan ên ji bo 25’ê Mijdarê jî didomin û wiha pê de çû: “Plansaziya me ya ji bo çalakiyên di navbera 18-25’ê mijdarê de hene. Li gelek welatan dê semîner, panel û hevdîtin bên lidarxistin. Dê bi pêşengtiya jinên kurd di 23’yê mijdarê de meş bê lidarxistin. Di 25’ê mijdarê de jî dê li gel rêxistinên jinan û meclisên me yên herêmî li kolanan bin. Em ê koçberiyên bi darê zorê yên ji ber şer, sepanên qadên jinan teng dikin û tundiya li dijî jinê vebêjin. Em ê pêşî li biryarên îdamê yên ji bo jinên ji Rojhilat bigirin. Jinên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de hene. Dê ji bo wan daxwazên me hebin.” MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.