Tirkiye li derve hatiye hiştin

În 18 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Tirkiye nikare rêya enerjiyê ya G-20 asteng bike. Hêzeke xwe nîne ku li ber rabe, şantajên xwe wê bi kêr neyên. Li derveyî hevsengiya Rojhilata Navîn hatiye hiştin.

Beşa 3'yemîn a hevpeyvîna bi Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ya bi ANF’ê re bi vî rengî ye:’’Çewisandina Hamasê û qirkirina Hîzbûllahê weke armancên Îsraîlê yên di demên nêz de dihatin zanîn.  Îsraîlê xwe ji van yekan re amade dikir. Dema ku Hamasê êrîşî Îsraîlê kir, ji hezarî zêdetir sivîl kuşt û bi sedan dîl girt, Îsraîlê ev yek ji bo bidestxistina armancên xwe weke derfeteke dîrokî bi kar anî. Ekîba Erdogan ev çalakî bi Hamasê da kirin. Bi vê yekê armanc kir ku hem rêya enerjiyê ya ku wê ji Îsraîlê derbas bibe û hem jî Peymana Îbrahîmî ya di navbera Ereban û Îsraîlê de sabote bike. Erdogan ev êrîş da kirin û di pêkanîna planên Îsraîl û DYE’yê yên li ser herêmê de roleke ajantî û provokatoriyê lîst. Erdogan li gorî xwe li ser navê parastina pozîsyona jeopolîtîk a Tirkiyeyê, rê li ber Hamasê vekir ku êrîşê li Îsraîlê bike.  Lê belê bi polîtîkayên xwe û bi şantajên xwe yên li hemberî hevalbendên xwe pozîsyona jeopolîtîk a Tirkiyeyê ji holê rakiriye. Bi vî awayî tirsa jidestdana pozîsyona jeopolîtîk ku çavkaniya sereke ya hêzê ya Tirkiyeyê ye, Tirkiye xist telaşeke mezin.  

Nikare rêya enerjiyê bigre!

Li hemberî piştevaniya dayîne dewleta Tirk ya li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdan di gelek qadan de Tirkiye xistine  bin kontrola xwe. Ne pêkan e ku Tirkiyeyeke ku bes li ser qirkirina Kurdan disekine, di siyaseta Rojhilata Navîn de kartêker be. Tirkiye bes ne çavkaniyên aborî, di heman demê de çavkaniyên siyasî û dîplomatîk jî di şer li hemberî gelê Kurd de bi kar tîne û dawiya wan aniye. Hewl dide ku pozîsyona xwe ya jeopolîtik girêdayî pêkanîna qirkirina gelê Kurd bi kar bîne ku ev yek jî rewşa Tirkiyeyê xirabtir dike. Tirkiye nikare Îsraîlê bêîstîqrar û bêbawer nîşan bide û rêya enerjiyê ya biryara wê ji aliyê G-20’ê ve hatî girtin, asteng bike. Tirkiyeyê hêzeke wisa ya ku li hemberî hêzên hegemon derkeve nîne.  Êdî şantajên wê jî bi kêrî tiştekî nayên.  Tekane rêya ku Tirkiye ewle bibe, girêdayî demokratîkbûn û çareserkirina pirsgirêka Kurd e. 

Erdogan demagogekî pispor e

Dibêjin ku çavên Îsraîlê li ser xakên me ne, ji bo pêşîgirtina vê yekê jî divê em Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin û qirkirina gelê Kurd pêk bînin. Erdogan demagogekî tam e. Weke Gobelsê wezîrê propagandayê yê Hîtler, poropagandakarê ‘derewa mezin e.’ Xwedî kesayeteke wisa ye ku taybetmendiyên ku ne aîdî wî weke ku li gel wî hene nîşan dide û reqîbên xwe jî bi tiştên herî xirab pênase dike. Di dîrokê de siyasetmedarekî ku bi qasî wî rastiyan berovajî dike, tune ye. Bi kurtasî hosteyekî demogojiyê ye. Yanî demagog e. Beriya mehekê di vekirina sala edlî ya nû de têkildarî edaletê axaftinek kir. Behsa girîngiya edaletê kir.  Lê belê di tevahiya desthilatdariya xwe de û bi taybetî jî di 10 salên dawîn de tiştên berovajî van gotinên xwe kirin.  Di 10 salên dawîn de di nava civakê de bêedaletî ew qas zêde bûye ku di dîroka Tirkiyeyê de tu caran li hemberî edaletê ev qasî zêde bêbawerî çênebûbû. Dema ku MHP jî daxilî tifaqê bû MHP jî di nava dozger û dadgeran de bi bandor bûn. Bi taybetî jî di 10 salên dawîn de bêedaletî gelekî zêde bûye. Lê belê Tayyîp Erdogan derdikeve ser dikê û bêyî ku fedî bike dibêje ku ew gelekî girîngiyê didin edaletê. Yek ji taybetmendiya herî xweşik a însanbûnê fedîkirin e. Di kesayeta Erdogan de ev taybetmendî tune ye. Di dema berxwedaniya xwerêveberiyê de Tayyîp Erdogan bi gotina 'li qanûnan nenêrin', yanî xwe li gorî qanûnan bi sînor nekin’ bi awayekî şexsî fermana komkujiyê da leşker û polîsan. Fermana bi saxî bişewitînin da. Dewleta Tirk di dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de bi hezaran sivîl, jin û zarok qetil kirin. Erdogan ji bo vê yekê ferman da. Çeteyên ku bi rêxistin kirine li Efrînê mirovan direvînin. 

Dijminê jinan û civakê ye!

Desthilatdariya Erdogan di heman demê de desthilatdariyek dijminê jinan e. Tevî ku mirovek wisa ye, xwe weke parêzvana jinê nîşan dike. Lê belê li Tirkiyeyê di dema desthilatdariya AKP'ê de cînayet û dijminahiya li jinê derketine asta herî jor. Jin, Tayyîp Erdogan weke nûnerê mêrê serdest dibîne û li dijî wê hewl dide xwe weke femînîst nîşan bide. Asta demagojiya wî di vê nêzîkatiyê de dikare bê dîtin. Di dema desthilatdariya AKP’ê de bê sînor gelek sûc hatin kirin. Li Tirkiyeyê 25 mîlyon Kurd hene, lê nasname, çand an jî zimanê wan nayê naskirin. Bi zext, zordarî û komkujiyan re dixwazin Kurdan di aliyê çandî de qir bikin û bikin Tirk. Ev zilamê bêwijdan, bêexlaq û bêedalet ku li dijî Kurdan polîtîkayeke qirkirinê dimeşîne, gelê Filîstînê diparêze! Dixwaze Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî dagir bike û Kurdan ji xaka wan derxîne û bi guhertina demografiye qirkirinê pêk bîne. Lê belê li NY’yê hewl dide dersê bide mirovahiyê! Erdogan ewqas zilamekî bêşerm, bêwijdan û bêexlaq e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.