Divê bi me re alîkar bin!

În 4 Cotmeh 2024 - 02:05

Hevserokê Ofîsa Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed têkildarî penaberên Sûriyeyî yên ji aliyê Lubnan, Tirkiye û dewletên din ên herêmê ve têne dersînorkirin axivî. Şêxmûs Ehmed destpêkê bi bîr xist ku ji ber siyaseta Tirkiyeyê di salên dawî de êrîşên nijadperestiyê yên li ser penaberên Sûriyeyî zêde bûne û got:"Rêveberiya Xweser weke wezîfeyeke exlaqî ji bo welatiyên xwe deklarasyonek ji saziyên navneteweyî re weşand. Di beşeke vê deklerasyonê ku Nîsana 2023'an hate weşandin de, qala penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê hate kirin ku gef li wan tê xwarin, têne dersînorkirin, nijadperestî li wan tê kirin û têne girtin. Bi rêya vê deklarasyonê diyar kir ku eger piştgiriyek ji qada navneteweyî bê kirin ew amade ne koçberan pêşwazî bikin. Lê belê ji hingî ve bersiveke erênî nehatiye dayin. Rojên dawî ji ber şerê navbera Hîzbûllahê û artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê gelek penaber hebûn ku hin ji wan jiyana xwe ji dest dan, hinek jî neçar man koç bikin. Ji bo ev penaberên koçberbûyî karibin xwe bigihînin qadên Rêveberiya Xweser nûnertiyên me yên li Lubnanê kar kirin. Dewleta Tirk hem li hemberî penaberên Sûriyeyî yên li nava Tirkiyeyê hem jî têkildarî penaberên Sûriyeyî yên li nava Lubnan û Iraqê siyaseteke qirêj dimeşîne. Dixwaze alîkariyên giştî yên ji NY bixe bin kontrola xwe. Dixwaze bi deriyên di navbera xwe û Sûriyeyê de alîkariyên mirovî di ser Tirkiyeyê re bide derbaskirin. Ji ber vê yekê divê saziyên navneteweyî piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser. Eger piştgiriyeke bi vî rengî neyê dayin Rêveberiya Xweser wê tenê nekaribe xelkê pêşwazî bike. Bendewariya me ew e ku alîkariyeke bi vî rengî bê dayin, ji bo vê jî deriyê Til Koçer bê vekirin. Ji ber ku alîkariya bi rêya Şamê tê, beşeke mezin tê desteserkirin û tenê beşeke biçûk digihêje vê herêmê."

Şam astengiyan derdixe

Hikumeta Şamê divê ji derbasbûna penaberên ji Lubnanê tên bibe alîkar; ev yek wezîfeyeke mirovî ye. Lê belê mixabin hikumeta Şamê destpêkê ji bo her penaberên derbas dibin dayina sed dolarî ferz kir. Ev yek jî ji bo penaberên ku tenê kincê wan li ser wan hebû, gelekî zehmet bû. Hikumeta Şamê ji bo derbasbûna penaberan divê deriyan veke. Qet nebe şert û mercên derbasbûnê biafirîne. Lê berevajî vê gelek penaber li aliyê Sûriyeyê yan jî li ser sînor asê mane. Rêveberiya Xweser li herêma xwe hemû amadekarî kir. Eger mal û zeviyên xwe hebin ew ê ji xwe biçin wê derê. Lê belê yên ku derfetên xwe nîne, me ji bo wan kamp amade kirin. Bi vî rengî em ê piştgiriyê bidin gelê xwe û karê derbasbûna ji bo herêmê hêsan bikin."

ANF/OMER HORO-HÎVDA HEBÛN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.