Li dijî qeyûm em qadan naterikînin

Yekşem 10 Mijdar 2024 - 16:20

  • Jinên ku nerazîbûna xwe nîşanî tayinkirina qeyûman a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Êlihê dan zanîn li dijî qeyûman çi ji destên wan bê wê bikin û gotin:”

Di 4’ê Mijdarê roja salvegera darbeya siyasî de bi fermana Wezareta Navxweyî  qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ên Êlih, Mêrdîn û Xelftiya Rihayê hat kirin. Çalakî, bertek û bernameyên li dijî tayinkirina qeyûman dewam dikin. 

Li êlihê jî ku bertek û nerazîbûnên li dijî qeyûm dewam dikin gel axivî.

Li Êliha ku çalaki û bertekên li dijî qeyûm tayin dibin jin axivîn. 

Bila gel vegere şaredariyê 

Fatma Tan, anî ziman ku gel bi îradeya xwe şaredarî bi dest xistiye û şaredarî ya gel e û got, “Em dixwazin qeyûm ji wir derkeve û gel vegere şaredariyê. Gel bi îradeya xwe şaredarî bi dest xist. Îradeya gel e. Rojek berê walî di îfadeya xwe de gotibû ku ew ê Êlihê xweş bikin. Wê çawa  bi vî rengî xweşik bike? Ger ew difikire ku ew bi vî rengî xweş bike, wê vê di xwena xwe de bibîne.”

Li dijî qeyûman dengê xwe bilind bike 

Fatma Tan sedema tayînkirina qeyûm wiha anî ziman: "Dizanin ku bi hilbijartinê nikarin bên şaredariyê, ji ber vê yekê qeyûm tayîn dikin. Li dijî gelê me êrîş heye. Ji ber ku dizanin bi hilbijartinê nikarin bên şaredariyê, tenê ev rê dimîne. Qeyûm berê ewqas talan kiribû, niha jî du qat dixwaze. Ew tenê ji bo xwe dixebite. Bila kes nefikire ku ji bo gelê Êlihê dixebitin. Dema me şaredariyên xwe bi dest xist, me dît ku çiqas dizî û talan heye. Ev çend roj in ku em bersivê didin polîtîkayên qeyûman? Em dixwazin gelê me li dijî van polîtîkayên qeyûman dengê xwe bilind bike û vîna xwe biparêze.” 

Em qebûl nakin, destûrê nadin

Leyla Onuk, diyar kir ku qeyûm bi xwe re dizî, talan, xizanî û tunekirina Kurdan aniye û got, “Tu îzaheke din nîne. Di serî de protesto û meşa xwe ya li dijî qeyûm em ê bidomînin û tişta pêşwist em ê bikin. Bi taybetî jî li ser axa xwe em ji karmendekî ku bê tayînkirin talîmatê nagirin  û bila biçe. Em ê tu carî vê qebûl nekin. Heger li dijî qeyûmê ku tayînî şaredariya Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê serhildan pêk neyê dê qeyûman tayînî hemû şaredariyên li Kurdistanê bikin. Em vê qebûl nakin û destûrê nadin."

 Heta ew biçin em ê li qadan bin 

Zeynep Aslan jî anî ziman ku qeyûm pêkanîneke kolonyalîzmê ye û got ku wan ji bo Elîh gelek ked dane. Zeynep Aslan wiha got: “Em kolan bi kolan û kuçe bi kuçe geriyan û me şaredarî bi dest xist. Kesk tê vêderê û şaredariyê xesp dike. Gava ku hûn li paş xwe mêze dikin, hûn ji bo hemû keda ku we daye polîman dibin. Em ê li kolan û qadan bin. Heta ew biçin em ê li qadan bin." JINNNEWS / ÊLIH 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.