Ji bo zanîngehan meclîs ava kirin

Yekşem 10 Mijdar 2024 - 17:45

  • Civîna avakirina Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya Zanîngeha Şerq a Reqayê hat destpêkirin.

Civîn bi beşdariya hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwês û Hisên Osman, nûnerên ji zanîngehên Herêmê (Zanîngeha Rojava, Şerq û Kobanê), hevserokatiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û nûnerên ji saziyên perwerdê yên cuda beşdar bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelef El Meter lidarxistina civînê pîroz kir û got ev ji bo pêşxistina perwerdeya bilind gaveke girîng e.

Dûre regezên sereke yên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin xwendin, pêşnûmeya rêziknameyê ya Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji hêla komîteya amadekar ve hatiye sazkirin, hatin xwendin.

Pêşnûme hat nîqaşkirin û ji hêla beşdaran ve piştî guhartinên hin bendan hat erêkirin. Di roja yekemîn a civînê de meclisek bi 20 endaman ku nûnerên meclisên her 3 zanîngehan, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e hat avakirin.

Her wiha beşdaran Medya Hemşo û Xelîl El Elî wek hevserokên meclisê hilbijartin. ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.