Li gorî tecrîdê dîzayn kirine

Şemî 28 Îlon 2024 - 02:10

Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Ewlehiya Bilind a Dûmluyê destnîşan kirin avahîsazî û rêziknameya girtîgehan tam li gorî tecrîdê hatine dîzaynkirin, bi kamerayên li serşoyan mafê xefiyê yê girtiyan tê binpêkirin û ev rêbaz dijî Destûra Bingehîn a Tirk û DMME’yê ye.

Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Ewlehiya Bilind a Dûmlûya Erziromê tên ragirtin, binpêkirinên li girtîgehê bi nameyekî vegotin. Girtiyan diyar kirin ku girtîgeh li gorî şert û mercên tecrîdê hatiye amadekirin û dan zanîn ku tecrîdeke giran ser wan tê meşandin. Girtiyan bi bîr xistin ku ode bi qasî ku hewce ye nayên germkirin, di hewadariyê û paqijiyê de pirsgirêk hene û wiha gotin: “Kamerayên li girtîgehê, tim qadên taybet ên girtiyan qeyd dikin, rê li ber şopandina wan vedikin û ev yek jî wek şerê derûnî tê nirxandin. Girtî xwe dispêrin biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û dixwazin binpêkirin bi dawî bibin. Herwiha girtî bi xwe spartina rêgeza ‘Li pêşberî qanûnan her kesek wekî hev e’ dixwazin binpêkirinên ew rû bi rû dimînin, werin dawîkirin.”  

Tenê 2 saetan hewayê distînin

Girtiyan di nameya xwe dan zanîn ku binpêkirinên mafan, pergala mafê mirovan û edalet ji hêla pêkanînê de dide nîqaşkirin û wiha domandin: “Tevî ku mafê wan ê 12 saet hewadariyê heye, girtî tenê dikarin 2 saetan mafê hewadariyê bikar bînin. 22 saetên dimînin girtî bi darê zaro di hucreyên xwe de tên ragirtin. Madeya 8’emîn a Qanûna Derbarê Înfaza Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê a Hejmar 5375 destnîşan dike ku girtîgeh bi tevdîrên ewlehiyê hatine tijekirin û li gorî benda 1’emîn a madeya 9’emîn divê destûra derketina derve ya 19 saetan a werzîş û aktîvîteyên komxebatê ji girtiyan re were dayîn.”

 Tecrîd hatiye girankirin

Girtiyan anîn ziman ku avahîsaziya girtîgehê ji bo tu têkiliya girtiyan bi derve ve çênebe hatine avakirin, hesinên li ber paceyan nêhalin hewa têkeve hundir, tîrêjin rojê tên astengkirin û wiha pê de çûn: “Hesinên xistine li ber paceyên hucreyan, têkiliya bi derve zehmettir dike, tecrîda hatiye girankirin radixe li ber çavan.’’

 Binpêkirina mafê xefiyê ye 

Girtiyan bi bîr xist pargela kamerayên odeya rûniştinê ya girtiyan, xwaringeh, serşoyê 24 saetan dikêşe û rê li ber şopandina wê vedike û ev yek wek îşkenceya derûnî tê nirxandin û gotin,’’ Tunebûna derî ya di navber metbax û cihê razanê de mafê xefiyê yê girtiyan binpê dike.’’

Di nameye de her wiha hate gotin “Hemû avahîsaziya girtîgehê û rêziknameya hundirîn, li gorî sepanên tecrîdê û astengkirina mafên girtiyan hatine avakirin. Tevî ku em di qawîşên sê kesî de tên ragirtin polîtîkaya tecrîdkirinê berdewam dike.’’

MA/RÛKEN POLAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.