Ji bo zarokên Kurd 20 sal ceza

Duşem 16 Îlon 2024 - 01:15

Dozgeriya dagirker a Tirk ji bo zarokên Kurd di îdînameyê de bi hinceta ku bi ‘’fermana rêxistinê’’ çalakî kirine xwestin ku werin cezakirin. Dadgehên dagirker ên Tirk, qanûnên xwe li dijî zarokên Kurd weke amûreke tolhildanê bi kar tînin. Ji bo zarokên ku dijî dagirkeriya qeyûm tevlî çalakiyên şermezarkirinê bûn, 20 sal ceza tê xwestin.

Weke ku tê zanîn piştî dagirkeriya qeyûm a li ser Wanê li gelek deveran çalakiyên şermezariyê hatibûn kirin. Di navbeyna 2-4’ê Nîsana 2024’an de li taxên Gıulbahçe û Barbarosê yên navçeya Seyhanê ya Edene jî rejîma qeyûm hatibû şermezarkirin û di encamê de polîsên Tirk êrîş biribû ser çalakiyê û zarokên bi navê E.A û A.T bi êşkenceyê hatibûn destgîrkirin û piştre jî bi şerê kontrola edlî hatibûn berdan.  

Hemû xal dijî zarokan bikar anîne

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê li ser giliyê polîsan, parvekirinên medyaya dijîtal, e-maîl a îxbarê û îfadeyên E.A.; bi îdiaya ku beşdarî 2 çalakiyên protestoyî bûne derheqê zarokên bi navên A.Ç, A.C., D.A., E.A., E.G., F.G., Î.B. û M.Ç. de bi îdiayên “Zirar dane malê cemaweriyê”, “Xetere li ser ewlehiya trafîkê çêkirine”, “Tev li meş û xwepêşandana derqanûnî bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne”, “Bêçek tev li civîn û meşê bûne û li ser xwe çek û tiştên mîna çekê gerandine û xwe kamufle kirine”, “Propagandaya rêxistinê”, “Her çend endamên rêxistinê nebin jî li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” lêpirsîn vekir. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsîna xwe temam kir û derheqê zarokên bi navên E.A., A.T., A.Ç., A.C., D.A., E.A., E.G., F.G., Î.B. û M.Ç. de bi heman îdiayan îdianame amade kir. Bi amadekirina îdianameyê re ji bo her zarokekî herî kêm 20 sal cezayê hepsê hat xwestin. 

Balkêş e ku dozgeriyê di îdianameyê de dîroka sûc weke 31’ê adara 2024’an nîşan daye. Dozgerî îdia kir ku “piştî bangawaziyên weşanên girêdayî rêxistinê” ev kom li gorî bangawaziyê ev çalakî li dar xistiye û li ser “fermana rêxistinê” tev li çalakiyê bûne. 

MA/HAMDULLAH YAGIZ/EDENE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.