Li Şirnexê tevgera dagirkeriyê

Şemî 14 Îlon 2024 - 02:50

Walîtiya li Şirnexê gelek qadên li bejahiya bajêr weke herêma 'ewlekariya taybet a demkî' ragihand. Herêm ji bo 15 rojên din hate 'qedexekirin’. Çiyayên Gabar û Cudî, herêmên Besta û Kelamemê, Donmezler, Kovankay, Tehtareş, Husrevpaşa, Suhurpaşayayla, Încebeldaglari, Feraşîn, Altindaglari û Oymakaya yên ser bi Şirnexê ku talankirina xwezayê û tevgerên lê didomin weke "herêmên taybet a demkî" carek din hat qedexekirin. Ketin û derketina van deveran ji bo dema 15 rojan hat qedexekirin. Walîtiyê ragihand ku ev qedexe dê heta 28'ê îlonê bidome.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.