Em amade ne axa xwe biparêzin
Yekşem 10 Mijdar 2024 - 16:45
- Şêniyên Amûdê bi lêv kirin ku li dijî êrişên dewleta tirk ew li berxwe didin û gotin:” Dewleta tirk bûyera li Enqereyê çêbûye, kir hincet û êrişî herêmê kir. Lê armanca wê ya sereke têkbirina binesaziya civakî û aborî ya herêmên Rêveberiya Xweser e. Şêniyên Rojava dev ji axa xwe bernadin."
Dewleta tirk a dagirker ji cotmeha borî ve êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di wan êrişan de sivîl, binesaziya herêmê ya stratejîk bombebaran kirin. Li hember van êrişan, nerazîbûna gel didome.
Şêniyên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê dan zanîn ew li dijî êrişan gavê paşde navêjin.
Em dev ji axa xwe bernadin
Pêşeroj Cewherî got: "Dewleta tirk bûyera li Enqereyê çêbûye, kir hincet û êrişî herêmê kir. Lê armanca wê ya sereke têkbirina binesaziya civakî û aborî ya herêmên Rêveberiya Xweser e. Şêniyên Rojava dev ji axa xwe bernadin."
Ebdullah Yusif jî êrişên li dijî herêmê şermezar kirin û anî ziman ku koçberkirina şêniyan, armanca êrişan e û got:”Em dev ji axa xwe bernadin. Gelê herêmê wê li hember êrişan li ber xwe bide.”
Ebdulqadir Mihemed jî got: "Herêmên me ewle ne. Ji dehan salan ve pêkhateyên wê bi aştî bi hev re dijîn."
Mihemed diyar kir ku dewleta tirk avahi û navendên xizmetguzariyê kirin hedef ji bo ku şêniyan koçber bike û ewlehiya herêmê têk bibe.
Hemdiye Ebdulkerîm jî êrişên dewleta tirk a dagirker şermezar kir û wiha pê de çû: "Dewleta tirk dixwaze ewlehiya li herêmê têk bibe, tirsê bixe dilên şêniyan ji bo ku koçber bibin."
Em amade ne axa xwe biparêzin
Hemdiye di dawiyê de got: "Kurd şer naxwazin. Lê eger bê xwestin berdêl çi dibe bila bibe amade ne axa xwe biparêzin." ANHA/AMÛDÊ