Îmralî navenda bêhiqûqiyê ye

Şemî 28 Îlon 2024 - 02:40

MRAP tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan anî rojeva rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî. MRAP’ê di deklarasyonê de diyar kir Îmralî bûye navenda bêhiqûqiyê û bang li Komîteya Dijî Êşkenceyê ya NY’yê kir ku demildest serdana Îmraliyê bike. Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP) deklarasyoneke nivîskî pêşkêşî  Rûniştinên Mafên Mirovan ên 57'emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir, ku li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê 9'ê Îlonê destpê kirin û wê heta 9'ê Cotmehê dewam bikin kir. MRAP’ê bal kişand ser kiryarên bêhiqûqî yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û şert û mercên êşkenceyê yên kul i ser Rêber  Abdullah Ocalan têne ferzkirin.

Êrîşên li ser zimanê Kurdî 

Di deklarasyonê de hate ragihandin ku dewleta Tirk  li dijî gelê Kurd li her qada jiyanê cihêkariyê û zextê dike û hate destnîşankirin ku ev kiryar bi rengekî yekser binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, her wiha êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî jî hate bibîrxistin û hate gotin,"Di serî de kinc, folklor û muzîka Kurdî li dijî sembolên çandî yên gelê Kurd nêzîkatiyeke nijadperest a dewleta Tirk heye û vê yekê dike hinceta girtinê."

Mafê Hêviyê tê binpêkirin

MRAP’ê her wiha tecrîda li ser Rêber Ocalan jî destnîşan kir, diyar kir bi qanûnên ku ji bo astengkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatine amadekirin, Mafê Hêviyê yê mehkûmên siyasî ji wan têne standin.

Hate destnîşankirin ku bi cezayên dîsîplînê û tecrîdê êşkenceyeke giran li mehkûmên siyasî tê kirin û hate gotin, "Kesên ku cezayên dîsîplînê li wan tê birîn jî li hucreyan têne tecrîdkirin û hevdîtina bi malbat û parêzeran re, her wiha axaftina bi telefonê bi hefteyan têne astengkirin."

Di deklarasyonê de hate ragihandin ku Girtîgeha Girava Îmraliyê bûye navenda kiryarên bêhiqûqî yên li girtîgehan û hate gotin, "Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve tecrîdkirî ye, li hucreyekê tê hiştin û hevdîtina parêzer û malbatê timî tê astengkirin. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve têkilî bi Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê re nikare bê danîn.’’

Deklerasyonê rûniştinên dawî yên Komîteya li dijî Êşkenceyê ya NY û pêşniyarên ji bo Tirkiyeyê bi bîr xist û destnîşan kir ku li gel pêşniyarên komîteyê jî Abdullah Ocalan û sê mehkûmên din ên li Îmraliyê girtî ne nikarin malbat û parêzerên xwe bibînin.

Di deklarasyonê de hate gotin ev bang li Tirkiyê hate kirin:

‘’Peymanên ku mohra xwe daniye binî bi cih bîne.

Biryar û pêşniyarên ku Saziyên Ewropayê yên bicihanîna peymanan dişopînin, bixe meriyetê.

Biryar û pêşniyarên mekanîzmayên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî bi lezgînî pêk bîne."

Tavilê serdana Îmraliyê bikin

Di deklarasyonê de hate ragihandin ku Konseya Mafên Mirovan a Ewropayê li hemberî sûcên ku li dijî gelê Kurd têne kirin divê bi berpirsyarî rabe û herî dawî ev bang hate kirin:

"Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û hemû yekîneyên taybet divê bi taybetî bala xwe bidin ser rewşa li Tirkiyeyê.

Komîteya Jêrîn a Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê ji bo tavilê biçe serdana Îmraliyê, daxwazê bike."

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.