Rapora NY’ê: Cezayê heta hetayê rakin

Duşem 14 Cotmeh 2024 - 02:50

Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, destnîşan kir ku bi encama cezayên dîsîplînê  mafê hevdîtina malbat û parêzeran nayê sînordarkirin û xwest ku cezayê heta hetayê were rakirin.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) piştî rûniştinên 17-18’ê Tîrmehê yên Komîteya Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku Tirkiyeyê jî alîgirê Peymana li Dijî Êşkence, Muamele û Cezayên Din ên Zalimane, Dijmirovî û Biçûkxistinê (Peymana li Dijî Êşkenceyê) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser rapora encamên çavdêriyên Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist. 

Civîn bi beşdariya gelek parêzvanên mafên mirovan li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê hat lidarxistin. Serokê TÎHV'ê Metîn Bakkalci hûrguliyên raporê vegot. Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî di rapora encamên çavdêriyê de 65 pêşniyar pêşkêşî Tirkiyeyê kirin. 

Di raporê de wiha hat gotin:“Ji bo kesên ji misogeriya bingehîn ên qanûnî û azadiyê bêpar hatin hiştin êşkence û muameleya xerab bi wan neyê kirin ev yek jiyanî ye. Divê ev misogerî di qanûn û pratîkê de bên parastin. Xala 94’an a Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) ku sûcê êşkenceyê sererast dike ne li gorî Peymana li Dijî Êşkenceyê ye. Ev lihevnekirin rê li ber bêcezabûnê vedike. Em pêşniyarên ku di çavdêriyên encamnameyê yên sala 2016'an de pêşkêşî Tirkiyeyê hatibûn kirin nû dikin û divê qanûn bi Peymana li Dijî Êşkenceyê re li hev bikin." 

Tirkiyê bila Rêgezên Parîsê bi cih bîne

Komîteyê di rapora xwe de, derbarê Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) de jî nirxandinan kir ku TÎHEK ji rêvebirinê ne serbixwe ye û ji vê zêdetir bêdengiya wê ya li hemberî êşkence û muameleyên xirab rê li ber metirsiyê vedike. Di raporê de hat bibîrxistin ku divê Tirkiye li gorî Rêgezên Parîsê tevbigere.

Rêgezên Mandela bi cih bînin

Komîteyê diyar kir ku Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ne serbixwe ne û pêşniyar kir ku Navendên Çavdêrî û Tesnîfkirinê û Nirxandina Mehkûman ji nû ve di ber çavan de bê derbaskirin. Komîteyê diyar kir ku hucreyên takekesî divê rewşeke awarte û demkurt be û xwest li gorî Rêgezên Nelson Mandela tevbigerin.

Cezayê heta hetayê rakin

Komîteyê diyar kir ku divê cezayên giran ên heta hetayê bên rakirin û pêşniyar kir ku Qanûna Cezayê ya Tirk a bi hejmara 5275'an a der barê înfaza tedbîrên ceza û ewlehiyê de di vê çarçoveyê de bê nirxandin. 

Divê hevdîtin bibin

Komîteyê bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên pê re yên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin û bi bîr xist ku di encama cezayên dîsîplînê de mafê hevdîtina bi parêzer re nayê sînordarkirin. Komîteyê di nava pêşniyarên xwe yên sereke de hêsankirina serdan û danûstandina Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi malbat û parêzerên xwe re cih girt û bang li Tirkiyeyê kir ku xwe ji van sînordarkirinan dûr bixe.

Tirkiye wê wan agahdar bike

Serokê TÎHV'ê Metîn Bakkalci anî ziman Komîteyê der barê cezayên girankirî yên heta hetayê û hêsankirina hevdîtinên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi malbat û parêzerên xwe re, betalkirina qanûnên ku di dema Rewşa Awarte de ket meriyetê û rakirina misogeriya bingeha hiqûqê re ji bo pêşîlêgirtin û darizandina tundiya li ser zayendiya civakî pêşniyar kirin. Bakkalci anî ziman ku Tirkiye  li ser van mijaran wê di 26'ê Tîrmeha 2025'an de wan agahdar bike.

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.