Bi temînata qanûnî bi ser dikeve

Duşem 30 Hezîran 2025 - 03:40

Prof. Dr. Sevtap Yokuş ku li Zanîngeha Altinbaş a Stenbolê di Beşa Hiqûqê ya Destûra Bingehîn de dersê dide, der barê çareseriya destûra bingehîn a pirsgirêka Kurd de nirxandin kir.

Sevtap Yokûş bal kişand ser girîngiya garantiyên qanûnî yên di vê qonaxa pêvajoyê de destnîşan kir ku divê biryara PKK'ê ya ji bo qedandina têkoşîna çekdarî ya di Kongreya 12’emîn de bi biryarên qanûnî 'tacîdar' bibe û got:"Ya herî girîng garantiya destûra bingehîn e, lê belê destûra bingehîn dibe ku di vê dema parçebûn û dijberiyê de li Tirkiyeyê qadeke ku hîn bêhtir hişyariyê dixwaze. Beriya wê, bi rêya qanûnan avêtina gavan dikare pir hêsantir be. Lê belê ji bo ev pêvajo biqede divê hin rêziknameyên qanûnî bên çêkirin û qanûnên heyî jî bên zêdekirin. Weke pisporekî hiqûqê dibêjim ku ev rewşa heyî wê têrê neke. Pêwîste ji bo vê yekê garantîyeke qanûnî bê dayîn. Rêya herî hêsan a vê yekê jî ew e ku bi rêya qanûnan pêvajoyê mayînde bike.”

Erk dikeve ser milê meclîsê 

Sevtap Yokûş diyar kir ku pêvajo tenê bi rêyên hiqûqî dikare bê ewlekirin û got ku divê di Qanûna Înfazê û Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) de guhertin bên kirin. Sevtap Yokûş destnîşan kir ku divê ji bo kesên li vê herêmê dixebitin şertên garantîkirinê bên avakirin û bi rêziknameyên cuda pêşketin çêbibe û di heman demê de li aliyekî bi bikaranîna gotina "wê teror biqede" li aliyê din hebûna TMK'ê ve pêşketin zehmet e. Sevtap Yokûş da zanîn ku di mijara TMK'ê de berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê meclise û got:"Ji xwe gelek hukmên di hukmê qanûna ceza de hene. Dibe ku hin rêzikên din jî hebin. Bêguman ev yek zêdetir li ser teknîka qanûndanînê ye. Lê divê ev qanûn di ber çavan re bên derbaskirin. Pêwîst e rêziknameyên ku di serdema nû de meseleyan tevlihev dike, ji holê bên rakirin. Eger meclis gelekî baş bixebite, wê di rastiyê de bingeheke gelekî baş ji bo pêvajoyê hebe. Naxwe wê bi ser nekeve. Divê ev pir baş bê nirxandin. Ji bo bilindkirina daxwazên demokratîk hem ji aliyê hikûmetê hem ji aliyê mûxalefetê hem jî ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ve pêvajoyeke gelekî girîng e."

Ji bo hêviyan hewldan divê

Sevtap Yokûş li ser banga avakirina komîsyonekê li meclisê diyar kir ku Tirkiye di vê mijarê de xwedî tecrûbe ye, pêvajoya diyalogê ya berê bi bîr xist û got:"Tirkiye di vî warî de xwedî tecrûbeyekê ye û divê ev kombûn bi awayekî aktîf bê bikaranîn. Di serdema nû de hem ji bo civaka sivîl û hem jî ji bo siyasetê wê sûdewar be ku ji nû ve li hevkirina berê bigerin û bi aliyên xwe yên erênî nûjen bikin. Ji ber ku, berevajî beriya niha em îro gihaştine qonaxeke diyar û ji bo bêçekbûyînê gaveke girîng hatiye avêtin. Ya ku divê niha were kirin, temamkirina vê gavê bi qanûnan, hewldanên civakî yên sivîl û tedbîrên demokratîk e." Sevtap Yokûş ku bal kişand ser girîngiya destûra bingehîn û got:"Pêşgotina destûra bingehîn hînê xwedî cewhereke gelekî îdeolojîk e û Kurdan li derve digire. Divê veguhere destûreke bingehîn a berfireh. Dibe ku di destpêkê de bi muxalefet û beşên din ên civakê re li ser prensîbên bingehîn bigihêjin têgihiştinekê û li gorî wan rêgezan dest bi rêyeke destûrî ya nû bikin. Divê em nîqaş bikin û vebêjin. Ji ber ku vê carê berevajî berê, di mijara civakîbûnê de zehmetî û pirsgirêkên me hene. Ji ber tecrubeyên berê her kes di astekê de bêewlehî heye. Guman pir in. Ji bo van hemû gumanan ji holê rakin, hêviyê mezin bikin û pêvajoyê ber bi alîyekî erênîtir ve bibin. Zêdebûna hêviyan bi hewldanên me ve girêdayî ye.

MA/YEŞÎM TUKEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.