‘Piştgiriyê bidin pêvajoyê’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Tîrmeh 2025 - 00:49

Hunermed Xêro Abbas, diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd bi aştiyê çareser bibe û ji bo hunermendan ev bang kir: "Em piştgiriyê bidin pêvajoyê."

Hunermend Xêro Abbas di Şahiya Biharê ya ku ji aliyê Şaredariya Erdîşê ya Wanê ve ji bo 3 rojan hatibû lidarxistin, konsert da. Abbas, diyar kir ku divê hunermend xwedî li pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd derkevin. Abbas ê ku ji bo şahiyê hatibû Wanê, axivî û diyar kir ku ji ber konserta li Erdîşê bextewar bûye. Abbas, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi salan e li dijî çanda Kurdan êriş tên kirin û wiha axivî: "Ji ber polîtîkayên tayînkirina qeyûm, bi salan e li Wanê şahî û mihrîcanên wiha nedihatin lidarxistin. Îsal gelek tiştên xweş çêbûn. Piştî banga Newrozê, mitîngên aştiyê û niha jî mihrîcan tên lidarxistin. Bi salan e dorpêçkirinek li ser qada çandê hebû û ji ber vê yekê me nikaribû beşdar binin. Lêbelê ez ji ber vê konserta Erdîşê bextewar im.” 

‘Divê aştî pêk were’

Abbas, têkildarê çareseriya pirsgirêka Kurd de jî wiha got: "Hêviya me ji pêvajoyê ew e ku hunermendên Kurd ên ku li mişextiyê ne vegerin welat. Ji bo vê pêvajoyê berpirsiyarî dikeve ser milê Kurdên çar parçeyên Kurdistanê. Divê em ji bo vê yekê bixebitin.” 

Xêro Abbas bangî hunermendan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê pêvajoya nû de divê hunermend, siyasetmedar, lîstikvan û her kes bi berpirsiyartiyê rabin. Divê êdî aştî pêk bê û şer bi dawî bibe. Ev pira aştiyê dê li Kurdistanê û deverên ku Kurd lê dijîn xurt bike.” 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.