Jin aştiyê diaxivin

Sêşem 1 Tîrmeh 2025 - 03:30

Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel, têkildarî “Înîsiyatifa jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” de anî ziman ku jin her tim li dijî şer aştiyê dixwazin û got: “Înîsiyatîfê li ser mijara vegotina aştî û pêşxistina aştiyê xebatên atolye pêk anî. Li ser cerebeyên aştiyê civîn pêk anîn.”

Li Stenbolê di navbera 22-23'ê Sibata 2025'an de konferansa “Jin aştiyê diaxivin” pêk hat. Piştî vê konferansê jinan “Înîsiyatifa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” ava kirin. Aktîvîstên Înîsiyatifê ji wê demê heta niha di nava 4 mehan de ji bo aştî û demokrasiyê gelek çalakî, xwepêşandan li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser armanc, xebat û siberoja înîsiyatifê Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel, axivî. 

Xwe ji nûve bi rêxistin kir

Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel, ewil anî ziman ku di rojeva sereke ya jinan de her tim dijberiya şer heye û got: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê tevgerên jinan, hem ji bo pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derkeve û hem jî ji bo şerê li Rojhilata Navîn û cîhanê bi dawî bibe, daxwazên xwe li kolan û qadên cuda tînin ziman. Ev xebat dem bi dem rawestiya. Lê piştî meha sibatê bi komxebatê, înîsiyatifê xwe ji nûve bi rêxistin kir û ket nava tevgerê.”

Gelek jin cih digirin

Der barê pêkhateyên Înîsiyatifê de jî Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel, agahî dan û got: “Li Tirkiyeyê beşeke girîng a pêkhateyên tevgerên jinan di nava Înîsiyatifa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” de cih digirin. Jinên Kurdistanî, feminist, sosyalist, elewî, misliman, bijîşk, ekolojîst, lgbt+, nûnerên gel, akademisyen û gelek beşên din ên jinan di nava vê înîsiyatifê de cihên xwe digirin.”

Înîsiyatifê di nava çar mehan de gelek çalakî pêk anîn. Têkildarî çalakî û xebatên înîsiyatifê Sebahat Tuncel, ev agahî parve kir: “Înîsiyatîfê li ser mijara vegotina aştî û pêşxistina aştiyê xebatên atolye pêk anî. Li ser cerebeyên aştiyê civîn pêk anîn. Daxuyanî dan çepemeniyê.”

Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê li Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê bi girseyî û coş hat pêşwazîkirin. Têkildarî pêşwazîkirina banga Aştî û Civaka Demokratîk jî Sebahat Tuncel, wiha axivî: “Banga Birêz Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê jinan ve pir bi kelecan hat pêşwazîkirin. Li Tirkiyeyê demek pir dirêje rejima tundiyê heye. Tecrîd heye û kiryarên qeyûmê hene. Li dijî van kiryaran berxwedan û têkoşînek jî heye. Jinan û gelên Tirkiyeyê ev bang ji bo aştî û çareseriyê wekî deriyekî nû dîtin û bi kelecan pêşwazî kirin. Birêz Ocalan û tevgera azadiya Kurd gavên ji bo aştî û çareseriyê avêtin. Lê îktîdarê gavên şênber neavêtine.”

AW /MEHMET ALÎ ERTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.