Li girtîgehê îşkence: Ev der Guantanamo ye
Sêşem 1 Tîrmeh 2025 - 03:25
Girtiyê nexweş Emre Erdem ji bo tedawiyê sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hat kirin û li girtîgehê gef lê hatin xwarin. Emre Erdem ragihand ku gardiyanan gotine, “Hûn bi xêr hatine Gûantanamoyê. Her tiştê ku te berê dizanî û dîtî ji bîr bike. Îmrali 1, ev der 2.”
Emre Erdem di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ye û di sala 2016’an de bi îdiaya endamê rêxistinê ye hat girtin û 10 sal ceza lê hat birîn. Emre Erdem di Girtîgeha Marmarayê de dima û ji bo tedawiyê sewqî Girtîgeta Tîpa S ya Kirşehîrê hat kirin û li vir rastî tundî û gefên mirinê hat.
Gelek nexweşiyên Erdem heye û bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku rastî gefan hatiye. Li gorî qeyda deng a hevdîtinê Erdem got, “Çawa ku ez ketim Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê, gardiyanan ji min re gotin, 'Hûn bi xêr hatin Guantanamoyê. Ev Guantanamo ye. Her tiştê ku te berê dizanî û dîtî ji bîr bike. Îmrali 1 e, ev 2 ye'. Di roja xwe ya yekemîn de ez neçar mam ku bi 2 kesên bêalî re di heman hucreyê de bimînim. Lê belê dema min red kir, careke din gef li min xwarin û gotin, 'li vir hiqûq nîne, hûn ê bibînin bê em dikarin çi ji we bikin, li vir rêxistinbûyîn nîne, hûn nikarin, divê bi me re baş li hev bikin, naxwe wê bi rengekî nebaş biqede'.”
Erdem da zanîn ku gelek gardiyanan gef li wî xwarine, ew şandina li cem 2 girtiyên bêalî û di qeyda deng de wiha hat gotin: “Min xwest ez ji wê qawîş derkevim lê gotin li wir heta hûn hev nekujin em ê we ji wir dernexin. Min dîsa qebûl nekir û vê carê jî gardiyanên wê dere êrîşî min kirin. 10 deqeyan bênavber li min xistin. Min got ez nexweş im, nexweşiyên xwe ji wan re got lê guh nedan min.
Piştî axaftina telefonê parêzerên ku çûn hevdîtina bi Erdem re ragihandin ku, ji bilî tiştên ku muwekîlê wî di dema axaftina telefonê de rave kiriye jî ev tişt anîn ziman: "Şert û mercên ku ez weke girtiyê nexweş têm ragirtin qet ne guncav e. Qawîş biçûk e û cihê meşê bi sînor e. Rojê tenê 1 saetan hewadarkirin heye. Cihê şûştina cilşûştinê tune ye. Li şûna ku ez bibim girtîgeheke baştir, ez birin girtîgeheke gelekî xerabtir û qawîşê."
MA / STENBOL/OMER ÎBRAHÎMOGLU