Li pey xeyalên xwe çû
Sêşem 1 Tîrmeh 2025 - 03:50
- Şehîda Elman Tîjda Zagros (Kelly Freygang), gotibû:’’Ez ê bibim şoreşger û cîhanê veguherînim cihekî xweşik. Bi tevlîbûna xwe ya PKK’ê min hebûna xwe fedayê vê partiyê kir. Dilê min bi vê partiyê re lêdide.’’
M. ZAHİT EKİNCİ / HAMBURG
Şehîd Tîjda Zagros li Hambûrgê bi tevlîbûna malbata wê û bi sedan kesî hate bibîranîn. Ji bo Tîjda Zagros ku 29’ê Nîsanê bi êrişa balafirên bê mirov û bi çek ên artêşa Tirk li başûrê Kurdistanê şehîd bû, li dêra Suryaniyan a li taxa Neu-Graben merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin. Beriya merasimê ji bo Tîjda Zagros ji gara stasyonê ya li Hambûrgê ber bi dêra ku merasîm lê bê darxistin, meşek hate pêkanîn. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Têjda Zagros bê mirin e’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Piştgiriya Şoreşgerî’ hatin qêrin.
Ji HPG’ê name
Di merasimê de dayîka Tîjda Gunda Freygang, xwişka wê Johanna Freygang, Parlementera Die Linke Cansu Ozdemîr, enternasyonalîst û Kurdistaniyên ji bajarên Bremen, Kiel, Oldenburg, Kassel di serî de ji gelek bajaran hatibûn, amade bûn. Piştî rêzgirtinê nameya ku ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ji malbata Tîjda re şandibû hate xwendin. Di nameyê de hatiye destnîşan kirin ku ‘Şehîd çavkaniya hêz û rûmetê ne’, bal hatiye kişandin wêrekî û afirîneriya Tîjda Zagros a di kêliyên herî zehmet de û hatiye gotin ku ew hevrêyeke baweriyê dide.
Ez êdî dikarim şînê bikim
Dayîka Tîjda Zagros Gunda Freygang jî ji ber piştigiriya bi malbata wê re spasiya xwe kir. Da zanîn ku wê ev rê bi baweriyeke mezin hilbijart û got:’’Ji bo me bi gelek nediyariyan re dagirtî be jî, em ji biryara wê re rêzê digrin. Êdî dikarin şîna xwe bikin.’’ Ev gotinên wê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hate pêşiwazî kirin.
Li pey heqîqetê bû
Hevalên Tîjdayê jî bal kişandin kesayeta wê ya tekoşer. Îman Karaman ku di xebatên YXK’ê de bi Tîjda re têkoşiya bû û got:’’Me sala 2015’an de hev nas kir. Kesayeteke wê ya gelekî bi coş û dilnizm hebû. Di sala 2016’an de di semînerekê de careke din me hev dît. Pirtûkên Rêbertiyê dixwend. Ev lêhûrbûn ew bire heqîqetê. Wê heqîqeta xwe di têkoşîna gelê Kurd de dît û li pey xeyalên xwe çû.’’
Divê berpirsiyariya xwe bibîne
Parlementer Cansû Ozdemîr jî destnîşan kir ku wan êrişa li dijî Tîjdayê xistina rojeva parlementoya federal a Elmanyayê û got:’’Dewleta Elman bi dewleta Tirk re hevkariya leşkerî dewam dike. Dibe ku hevala me Tîjda jî bi van çekên ku ji vir hatine şandin, hatibe qetilkirin.’’
Em nikarin deynê xwe bidin
Li ser navê TJK-E’yê jî Pero Dundar got:’’Di şexsê hevrêya me Tîjda de hemû şehîdên me rêwiyên heqîqetê bûn û di nava lêgerînê de bûn. Bûne şadinên qonaxa ku jiyan dikirin, ji nava me çûn. Bêyî ku hebûneke madî bifikirin, hemû jiyana xwe fedayî azadiyê. kirin. Valatiyeke manewî dîtin û ev valatî jî bi cihgirtina di têkoşîna azadiya Kurdistanê de, dagirtin.’’
Nûnerê KOMAW’ê Cenap Yeter jî got:’’Şehîdên me fermandarên me ne, em jî neferên fermanên wan in. Dayîka Tîjda êdî dayîka gelê Kurd e. Malbatên şehîdan jî biqasî şehîdên me bi rûmet in. Şehîdên me yên enternasyonalîst, di navbera gelê Kurd û gelên din de pireke pir xurt ava kirin. Em nikarin deynên xwe yên li hemberî wan bi gotinan rave bikin.
Ji bo bîranîna wê stran
Piştî axaftinan sînevîzyona derbarê jiyana Tîjda Zagros de hate nîşandan. Koroya Jinan a Gemeinsam Kampfen (Têkoşîna Bi Hev Re) ku hevrêyên têkoşînê yên Tîjdayê tê de cih digrin, stranên ji bo Tîjda çêkirine gotin. Bibîranîn bi stranên Kurdî ku Ozan Umît gotin, bidawî bû.