‘Şengal bi saya şehîdan rizgar bû’

Yekşem 10 Mijdar 2024 - 17:15

  • Hevşaredarên Komelgehên Duhola û Dîgûrê salvegera rizgarkirina Şengalê destpêkê li hemû leheng û berxwedêrên di pêngavê de cih girtine pîroz kirin û diyar kirin ku cara yekeme Êzidî piştî fermanekê vedigerin ser cih û warê xwe. Her wiha SZPÊ jî ji bo salgvegerê daxuyaniyekê weşand.

Li Şengalê coşa pêşwazîkirina roja dîrokî ya ji bo Êzidiyan 13’ê Mijdarê ‘Rizgarkirina Şengalê’ destpêkiriye. Bi gotina Êzidiyan cara yekemîne Êzidî piştî fermanekî dikarin vegerin ser cih û warê xwe. Li Şengalê jî amadekariyên pîrozkirina roja tolhildana ji DAIŞ’ê û hevkarên wê dewam dike û biryara li cihê ku herî zêde berxwedan lê çêbûye pîrozbahî çêbibe.

Têkildarî rizgarkirina Şengalê û wateya wê ji bo Êzidiyan Hevşaredarên komelgeha Duhola û Dîgûrê Siwarî Xidir û Îdo Reşo axivîn.

Hevşaredarê Komelgeha Dîgûrê Siwarî Xidir destpêkê salvegera rizgariyê pîroz kir û wiha axivî: “Em rizgarkirinê pîroz dibînin. Gelek ferman hatine ser gelê me, lê di hemû fermanan de gelê me cihê xwe terk kirine û êdî nevegeriyane ser warê xwe. Lê di dema vê fermanê de kevir û darek nemaye ku xwîna şehîdên me li ser nerijiyaye. Ji xêra wan şehîdan îro em li ser vê axê dijîn û Êzidî vedigerin ser axa xwe. Ji ber vêya ne weke fermanên din bû.”

Bawerî tenê bi hêza xwe bînin

Siwarî Xidir ji Êzidiyan xwest êdî ji derveyî hêzên xwe baweriyê nedin ti hêzeke din a derve û wiha axivî: “Iraq xwedî li Êzidiyan derneket, lê Rêveberiya Xweser, tevî hêzên xwe, parastina Êzidiyan dike û dikare me ji fermanan biparêze. Ji derveyî hêzên me, baweriya me bi ti kesî nayê ku me biparêze. Ez bang li gelê me yê li kampan dikim, vegerin Şengalê. Heya ew li kampan bin, kes nayê ji wan re mala wan ava nake. Bila werin bi destê xwe ava bikin û çavê wan lê nebe yek din were jêre çêbike. Veger heye û berdewame jî. Ji saya Asayîşa me, YBŞ û YJŞ’ya me gelê me dikare vegere ser axa xwe.”

Şengal bi xwîna şehîdan rizgar bû

Hevşaredarê Komelgeha Duhola Îdo Reşo jî bi boneya rizgarkirinê şehîdan bibîranî û wiha axivî: “Şengal bi xwîna şehîdan hate rizgarkirin. Niha hemû saziyên me li Şengalê hene û kar dikin. Em li benda dewletê jî namînin û çavê me jî li ya dewletê nîne, ya me bixwe heye. Evqas sale şaredariya dewletê li vir me nedîtiye çi dike. Em spasiya rêveberiya xweser dikin. Hêvî dikim îsal bibe sala xêrê ji bo me û bibe sala rizgarbûna Rêber Apo. Me fikrekî qenc ji Rêber Apo girt û Şengalê jî bi vî fikrî ava kir. Eger Şengal ne hatiba rizgarkirin wê yek mal venegeriyaba. Sedî 75’ê Êzidiyan vegeriyan e. Herkes bi karê xwere mijûle û Rêveberiya Xweser jî parastina me dike.”

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

 

* * *

Bi soza Şengalek xweser

Li hêla din Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzîdxanê, bi wesîleya 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. SZPÊ, da xuyakirin ku di 13’ê Mijdara 2015’an de Şengal di encama berxwedaneke mezin û dîrokî de hatiye rizgarkirin û got ku pêşengiya vê berxwedanê gerîlayên azadiyê û yekîneyên berxwedana Şengalê kirin. SZPÊ, bi vê wesîleyê qehremanên mezin ên di pêngava rizgarkirina Şengalê de cih girtine û gihiştine şehadetê bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî û soza Şengalek xweser û azad dubare kir.

Xiyaneta PDK’ê nayê jibîrkirin!

Daxuyanî wiha dom kir; “PDK a ku digot ez Şengal bi 12 hezar pêşmergeyên xwe diparêz im, Şengal di nava lepên çeteyên DAIŞ’ê de hêla û reviya. Ev xiyanet bû sedema ferman û qirkirineke mezin. Gerîlayên azadiye li ser banga Reber Apo xwe gihandin Şengal û pêşiya fermanê girtin. Xiyaneta PDK’ê wê neyê jibîrkirin. Berxwedanî û helwesta fedaîtiyê ya ku şehîdên me raber kirine, wê tu carî neyê ji bîrkirin. Ji ber ku Şengal bi xwîna şehîdan carek din şîn bû. Şengal kolan bi kolan bi berxwedaniyê hate rizgar kirin û avdan. Bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re, Şengal ji nû ve avabûye û di dîrokê de cara yekê ye ku civaka Êzidî piştî fermanê vedigere ser axa xwe. Bi saziyên xwe yên parastinê heta perwerdehiya xwe bi xwe rêve dibe, çand, ol, ziman û axa xwe dıparêze. Ji ber ji dîrokê heya niha hem xeta berxwedanê hem ji xeta xiyanetê her tim hebû. Ev xeta xiyanetê di nava civaka me ya Êzidî de baş hate naskirin. Tevî êrîşên qirkirinê yên DAIŞ’ê, civaka me ti carî teslîm nebû di encama berxwedaneke mezin de Şengal hat rizgarkirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.