Dijkolonyalîzm û Başûr

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 29 Nîsan 2024 - 00:43

Başûrê Kurdistanê ji 1991ʼê ve esas ji aliyê hêzên Kurd ve tê birêvebirin. Ji sala 2003’yan ve jî xwedî stastuyeke fermî û ji 2005’an ve bi destûra Iraqê ev statuya fermî jî bi gewde bûye. Di nava 33 salan de yan jî di nava 19 salan de kîjan projeyên ku ji bo şikandina tesîrên civakî-aborî, siyasî û leşkerî yên giran ê trawmatîk hatin bi rê ve birin?

Bersiveke eşkere ku îşaret bi bernameyeke diyar a ji bo vê yekê bike, ne darî çav e. Diyar e ku weke şexs Celal Talabanî xwedî hin projeyan bû û lê di wan de jî plansaziyeke sîstematîk û bernameyî ne diyar e. Projeyên weke Instîtuya Keleporî Kurdî û Binkey Jîn bo Bûjandnewey Keleporî Belgenameyî Rojnamwaney Kurdî. Ez beriya çendekê çûm serdana Binkey Jîn, bi rastî jî karekî baş dikin û pê pir şa bûm. Lê karê wan, serê pêşî karekî şexsî yê çend kesan e û siberoja wê jî ne ewle ye.

Lê belê diviyabû şikandina tesîrên kolonyalîzmê bibûya yek ji bernameyên sereke yên hikûmeta Hewlêrê di warê bernameyên civakî, diyarkirina minhacê (bernameya perwerdeyê li dibistanan) û miamelekirina bi tesîrên Enfalê re.

Heger miameleyeke bi vî rengî bi mîrasa mêhtingeriyê re neyê kirin, ew dikare heta hetayê jî di nava civaka me de, di nava mejiyên me de û di nava jiyana me ya rojane de dewam bike. 

De vêca, yê me hîna jî em ji bo şerekî di navbera hêzeke Kurd a li Başûr û tevgera rizgariyê de şer neqewime, hewl didin, serê xwe diêşînin. Me ji mêj dest bi dijkolonyalîzmê û miameleya bi mîrasa wê bikira, belkî jî îro me behsa hevkariya bi dagirkeran re ya hêzeke Kurd nekira. Xelkê li Başûr dengê xwe kêm dike yan jî nake, ji ber ku serdemê, weke serdema piştî mêhtingeriyê qebûl dike. 

Axir, ez li dijkolonyalîzmê vegerim. Gava zanyara Maorî (Xwecihên Zelanda Nû) Linda Tuhiwai Smith sala 2019’an diçe Londonê, xwe nagire û helbestekê dinivîse. Di ser mêhtingeriyê re nêzî 200 salan bihurîbin jî birînên mêhtingeriyê heger neyên dermankirin, nakewin. Min helbesta wê wergerand Kurdî. Min yeqîn e, ev helbest wê mebesta xwe bibêje:

Serdana Londonê ya 2019´an 

Çîrokên bi keviran raxistî

Kûr çal kirine

Gotina serhatiyekê

Ya li ser keviran verotî

Mezin û misogerkirî!

Împaretoriyê

Bêmentiqiya van

Kuçeyên xwahro mahro 

Ji xwe re kiriye war,

Eynî weke

Li muzexaneyan

Û arşîvan

Bi serfirazî nîşandana zanyariyên hatine dizîn

muhafezekirî û parastî

xenîmetên ji bo nemirovbûnê

Çendîn kozmopolîtan e

Çendîn metropolîtan e

Çendîn tîk çikiyayî

Ew diçizire

Nava ezameta xwe ya împeryal

Ev girava piçûk

Ev bajarê mezin

Ê ku zemanekî hukm li dinyayê dikir 

Linda Tuhiwai Smith 

(Di çapa sêyem a kitêba 'Decolonizing Methodologies' de, r. 44-45)

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.