Di teqînê de 2 kes mirin
Çarşem 30 Adar 2022 - 22:50
- Li navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê, li malekê teqînekê rû da. Herî kêm 2 kes mirin û 8 kes jî di teqînê de bi birîndarî ji binê xirbeyê avahiyê hatin derxistin.
Li navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê, li malekê teqînekê rû da. Herî kêm 2 kes mirin û 8 kes jî di teqînê de bi birîndarî ji binê xirbeyê avahiyê hatin derxistin.
Sedema teqînê gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna nahatibû zanîn.
Serokê Nexweşxaneya Avrînê Dr. Osman Şêx got, di teqînê de du kesan jiyana xwe ji dest daye.
Îsa got “Di teqînê de 2 jinan jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.”
Hat zanîn ku Cemîle Osman Mamo ya 77 salî û Nizhet Seydo Seydo ya 45 salî jiyana xwe ji dest daye.
Meclisa navçeya Ehdasê ji ANHA´yê re got, teqîn li Komîna 7`an a navçeyê, ji ber tupê gazê pêk hatiye.Meclisê got, xebatên lêgerînê dewam dikin û li gorî agahiyên destpêkê, dema koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê kom bûbûn da ku alîkariyên xwarinê wergirin, teqîn pêk hatiye.
ŞEHBA