Li Şehbayê şevbihêrka helbestan

Nûçeyên Çand/Huner —

Şemî 11 Mijdar 2023 - 00:41

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrîn û Şehbayê, şevbihêrkeke helbestan li hola Axîn a navçeya Fafînê ya kantona ‎Şehbayê li dar xist.‎

Helbestvan Hemen Kurdaxî yê ji navçeya Şiyê ya Efrînê, yê ku ev bû 25 sal li Elmanyayê ‎dimîne jî li wir hazir bû. Bi dehan rewşenbîr, helbestkar, xelkê navçeyê beşdarî şevbihêrkê bûn.

Hemen Kurdaxî behsa berxwedana xelkê Efrîn û Şehbayê kir û got, "Xelkê Efrînê di nava 58 rojan de ‎pirr baş li ber xwe da. Lê berxwedana wan a li Şehbayê jî ji bo vegerê xwedî maneyeke mezin e. Eşqa 25 salan, di dilê min de ye. Ez bi dîtina xelkê xwe gelek kêfxweş bûm."‎

Dûre helbestkar Hemen Kurdaxî hin helbestên xwe xwendin.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.