- Gulbihar Elî Evdo hem dengbêj û hem jî yek ji pêşengê şoreşa jinên Rojava ye. Bi kilaman serpêhatiyên doza Kurdistanê ji nûve vedijîne. Hesret û bêrîkirina salan ya ji bo keça xwe Sozdar jî dîsa bi kilaman tîne ziman.
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ / NÛJINHA / DÊRIK
Her kilam ji dilê kesê ku kilamê dibêje serpêhatiyek vedibêje. Serpêhatiyên ku li ser rêwîtiya xwe tijî bîrnînan hilgirtiye û janên xwe bi wan bîranînan kewandiye. Li Rojava ya ku ket 13’emîn sala xwe ya şoreşê gengaz e ku mirov ji kilam û lorînên ji dilê jinan diherike, rastiya têkoşîna salên dûrûdirêj bibîne. Dayê Gulbahar Elî Evdo ya ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye ji wan dayikan e ku bi kilam û dengbêjiyên dibêje serpêhatiya doza ku ewê jî pêşengiya wê kiriye dibêje.
Keça wê Sozdar Dêrik a gerîlayek YJA-Starê ye di sala 2012’an de li Şemzînanê di şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest daye. Gulistan Elî Evdo ya ku dixwaze em bi navê Dayê Gulê bangî wê bikin li ser daxwaza me ya dîtin û guhdarkirina kilamên wê li mala xwe pêşwaziya me dike. Piştî pêşwaziyeke germ a mîna her maleke Kurdistanî Dayê Gulê kilaman ji me re dibêje. Ew kilaman dibêje û em jî bi guhdarkirina wê dikevin nav rêwitiyekê li ser vê erdnigariyê:
“Ma ezê ji kê re bêjim ji kê re nebêjim
Ma ezê ji keç û xortên serê çiya re bêjim
Ez ê bêjim ciwanên me ciwan in
Mala minê ezê gula biçînim tevî wî gihayî...”
Dayê Gulê kilama xwe didomîne. Kilam diherike û em jê fêm dikin ku di nav kilama wê de bêrîkirina bi salan heye. Bêrîkirinên bi salan di nav gotinên wê de veşartî ne. Mîna çanda xwe kilam, dengbêjî û lorînan jî jin digihînin nifşên siberojê. Dayê Gulê jî bi vî awayê yekem car ji devê dayika xwe kilaman bihîstiye. Dema ku dayika wê striye ew jî ji wê fêr bûye. Dayê Gulê dibêje “Li gundê me yê beriya bizewicim min lê jiyan dikir erdê me hebû, me karê çandiniyê dikir. Carekî li gundê me kesekî mir banî dayika min kirin û dayika min çû li ser got. Wê demê min tiştên ku ji dayika xwe bihîst jiber kir û got.”
Xwedî ruhekî niştimanperwer e
Bi demê re gotin û awazên ku Dayê Gulê fêr dibe li her derê distrire. Dayê Gulê ku niha 55 salî ye di 15 saliya xwe de dizewice û ji gundê ku lê dijî berê xwe dide Dêrikê. Êdî mîrateya ku ji dayika xwe fêr bûye ew bi xwe li şînan û li şahiyan vedibêje. Dayê Gulê bi ruhekî niştimanperwerî tevdigere û xwe dide ber hemû karê ku ji bo azadiyê jê tên xwestin. Ji bo siberojeke azad li ser xaka ku lê dijî saz bibe dikeve bin bar û di nav damezrandina Yekîtiya Star de cih digre. Berê bi komê biçûk û veşartî xebatê birêxistinkirina jinan dikin, lê dibejê “Îro bi saya şoreşê em bi eşkere, bi serbilindî kar dikin û em bûn tevgereke mezin a bi navê Kongra Star.”
Şopên kolektîf ên berê
Di çand û folklora Kurdî de mirov dikare bibêje ku her tiştên hatine jiyîn bi gotinên sade hatine vegotin. Karê ku bi taybetî di jiyana gundan de hatine meşandin û bi awayekî kolektîf pêk hatine, newayên ku bi van kilaman re diherikin ji me re vê yekê dibêje. Di karên çandiniyê yê li ser erd de ji bo bi rêk û pêk meşandina vê komînaltiyê strîne. Dayê Gulê jî behsa wan dike û dibêje: “Dema ku em demên kevn de diçûn ser erd an jî me destar bikar dianî me bi hev re distrî. Wî wextî me bi pirranî ev kilam digot;
‘Xezalam lê delalam lê hey bihêre bihêre bihêre
Xezalam lê delalam lê koçer çûne zozanan
Xezalam lê delalam lê konê reş lê vedane..’
Kilam bi vî awayî dirêj dibe û diherike…Bêhtir serpêhatiyên ku qewimîne bûne stran. Ango dem ew dem e ku koçer biçin zozanan, bêrîvan biçin bêriyê. Ev tişt di van stranên kevn de tên gotin.”
Bi Sozdar serbilind e
Dayê Gulê ya di xebatên cûda yên şoreşê de cihê xwe girtiye niha jî di xebatên çandê de cihê xwe digire. Bê guman mîna gelek dayikên ku bi destê xwe Şoreşa Jinan xwedî kirine û niha jî bi parastina çanda xwe xwedî lê derdikevin xwedî serpêhatiyek dirêj e. Kilama ku destpêkê bi wê pêşwaziya me jî kiribû ew kilam bû ku piştî keça wê Sozdar Dêrik di refên têkoşînê de jiyana xwe ji dest daye li ser striye. Li ser kesayeta Sozdar Dêrik Dayê Gulê dibêje: “Sozdar keçeke jîr û zîrek bû. Min navê Sozda lêkiribû. Dema ku diçe çiya bi vê navê têkoşîna xwe didomîne. Hê zarok jî bû gelek bi aqil bû. Wê li xişk û birayên xwe dinihêrî. Gava şer dikirin wan aş dikir. Li dibistanê pir serkeftî bû. Hê di zarokatî de karekî dikir bi hemû ziraviyên xwe dikir û dema wî karê jî dikir xwe gelek diwestand. Bi şehîdbûna wê jî em serbilind in.”
Bi bîranînên keça xwe dijî
Dayê Gulê mîna kilamên di dilê xwe de veşartiye ji bo keça xwe, hemû bîranînên wê jî yek bi yek kom kiriye û rakiriye. Wêneyên wê, lîstikên wê yên zarokatiyê, toqên porê wê û nameyên ku bi hesreta salan jê re nivisiye. Dayê Gulê ji bo keça xwe Sozda Dêrik dibêje “Bi hevalên xwe re gelek girêdayî bû.” Di wan salên ku keça wê di nav refên têkoşînê de cihê xwe digire ji Dayê Gulê re gelek pêyaman dişîne. Dibe ku Dayê Gulê xwendin û nivîsandinê nizane, lê belê em hemu jî dizanin ku carna ji bo famkirinê xwendin jî hewce nake. Ew li xetên pêyamên wê dinihêre, bêhna wan rûpelên ku li ser nivisandiye dikşîne hindûrê xwe û bi vî awayî ji hestên wê fam dike.
Negirî, helbestan bibêje li pey min…
Dayê Gulê dibêje ku Sozdar Dêrik di nameyeke xwe de jê re gotiye: “Dema ez şehîd bûm li ser min negirî lê helbesta xwe bêje.” Dema di nav bîranînên Sozdar Dêrik de birîna hesreta salan jî dikewîne ji me re jî wê helbesta ku piştî dibihîse keça wê jiyana xwe ji dest daye, dixwîne:
“Dest namînin ser hev
Çav namîne girtî
Guh namîne kerr
Dil namîne birîndar
Hey Dêrika şêrîn
Xwediya wê dehla şîn
Min ji te re anî mizgîn
Sozdar kete jîn
Sozdar kete jîn..”
Dayê Gulê ya ku dibêje “Sozdar ne keça min tenê ye keça vî miletî hemû ye” bi kilam û helbesta xwe hestên ku mirov nikare bîne ser ziman ji me re dihêle. Ji qada şoreşa jinan em dizanin ku gelek Sozdar hene û ew keçên vî miletî ne.