45 sal e hunera xwe didomîne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 17 Cotmeh 2024 - 00:13

Nebîha Feyad a 64 salî ji gundê Dêrsîwanê yê bajarokê Şera yê Efrînê ye. Dema ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di sala 2018ˈan de hate dagirkirin, Nebîheyê tevî malbata xwe koçî Şehbayê kir û jiyana xwe li Şehbayê didomîne. Nebîha Feyad dayika 10 zarokan e, ji 19 saliya xwe ve bi derzî û tayê ji hiriyê xemlên malan dirêse û cilan ji zarokên xwe re didirû û dineqişîne. Daxwaza Nebîheyê ew e ku behreya ku ji ciwantiya xwe fêr bûye, biparêze û zarokên xwe jî li ser vê hunerê mezin bike. Nebîha her parçeyekê, bi sebr û hostayî çêdike û di encamê de berhemeke hunerî ya xweşik dertê holê. Tevî ku temenê wê mezin e jî, çêkirina berheman didomîne. Nebîhayê destnîşan kir ku nikare mîna berê bi lez çêke, lê bi israr e ku vê çandê biparêze.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.