Ji bo Ocalan şevbihêrka helbestan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Tebax 2024 - 00:09

Li Kobanê bi dirûşma "Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê tecîrdê têk bibin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin" şevbihrêkek helbestan hat lidarxistin.

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê bi amadebûna bi dehan helbestbavan û şêniyên kantonê şevbihêrkek helbestan li dar xist.

Şevbihêrk bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Rêveberê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Firatê Ehmed Dalî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Mifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn li gel Rêber Abdullah Ocalan e. Em ê her tim çalakiyan bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin."

Piştre helbest li ser Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.

KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.