Ji bo helbestan xwe dispêre bihîstinê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 24 Tîrmeh 2025 - 00:47

Hayil El Helûş di sala 1985`an de li gundê El Hemdî yê li bakurê rojhilatê bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê ji dayik bûye. El Helûş di 6 saliya xwe de nexweş ketiye û di encamê de kor bûye. Ji ber vê rewşa xwe wî tenê karî li dibistana gund asta seretayî bixwîne, lê wî xwest di nava civakê de kesekî bi bandor be, lewma wî guhdarî helbestvanên gelêrî yên erebî kir û bi xwe jî di 20 saliyê de behremendiya xwe ya hûnandina helbestan keşif kir.

El Helûş der barê ezmûna xwe de wiha got: "Ez ji bo ezberkirina helbestan xwe dispêrim bihîstinê. Min helbestên xwe li ser kasetan tomar dikirin û dîsa guhdarî dikir da ku peyvan sererast bikim û wateyan tekûz bikim.”

El Helûş bavê 3 zarokan e. El Helûş di wê baweriyê de ye ku nebînanabûna wî nebû asteng li ber behremendiya wî. Her wiha tekez kir ku mirovên astengdar dikarin gelek tiştan bikin, eger hawîrdoreke guncaw û piştgiriya civakê ji wan re were peydakirin. El Helûş bi dehan helbest li ser mijarên cihêreng mîna evîn, behîname, welat û şehîdan nivîsandine. Ew bêhtir ji helbestên gelêrî hez dike, ji ber ku nêzîkî devoka wî ha herêmî ne.

Bi hêviya aramî û aştî were Sûriyeyê

El Helûş da zanîn ku ew dema helbestan dinivîse armanca wî ew e ku peyameke civakî bide û hestên şahî, xemgînî û bêrîkirinê vebêje, ji ber ku helbest ji axaftina rasterast bêhtir bandorê dike. Her wiha El Helûş got: "Ez hewl didim bibim kesekî çalak di civaka xwe de, xelk rêzê bide berhemên min. Her wiha dixwazim diyar bikim ku mirovên xwedî pêdiviyên taybet jî dikarin hebûna xwe nîşan bidin.” Hayil El Helûş hêviyên xwe jî wiha anîn ser ziman: "Hêvî dikim ku aştî û aramî li Sûriyeyê pêk were û helbestên min li platformên rewşenbîrî yên xwecih û erebî belav bibin.”

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.