Li Şehbayê şerekî taybet heye

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 00:05

  • Cihgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd: Heger dorpêça li ser herêmê dewam bike, wê xeterên gelekî mezin derkevin holê.

Cihgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd derbarê dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê ji ANF'ê re axivî. Cemal Reşid diyar kir ku ji destpêka koçberiya xelkê Efrînê û heta niha dorpêçek ji aliyê hêzên Hikumeta Şamê ve li ser herêmê heye û got: “Yek ji pêdiviyên gel ên bingehîn di vê herêmê de sotemenî ye. Lê sotemenî jî dibe amûreke şerê taybet. Nexasim van demên dawî, sotemenî bi temamî ji ser herêmê hatiye qut kirin û gelê ku ev bû pênc sal li kamp û herêmên Şehbayê li ber xwe dide, ji bo wan zehmetiyeke mezin e.”

Tenduristî û perwerde teviziye

Reşîd bal bire ser bandora dorpêçê ya li ser rewşa tenduristiyê li Şehbayê û got, “Li herêma Şehbayê du nexweşxane hene. Lê ji ber dorpêçê, rewşa nexweşxaneyan giran e. Ji ber nebûna sotemeniyê, elektrîka nexweşxaneyan kêm dibe û hin beşên nexweşxaneyê bi elektrîkê kar dikin. Her wiha li aliyekî din, bi hatina zivistanê, xelk bi nexweşiyên sîngê û şewbên zivistanê dikeve nexasim jî zarokan bi van nexweşiyan dikevin. Lê dîsa jî nebûna sotemeniyê dibe astengiyeke mezin, lewma her kes nikare xwe bigihîne nexweşxaneyê. Ji bo wê, dema ku elektrîk nemîne û rewş bi vî rengî dewam bike, wê xetereke mezin hebe. Derman li herêmê kêm dibin, li herêmê bi taybetî kesên temen mezin dermanê wan ên dem dirêj hene. Lewma hem di aliyê wan de û hem nexweşxane jî di aliyê derman de zehmetiyeke mezin dikişîne.” 

Reşîd anî ziman ku dorpêçê bandoreke mezin li ser dibistanan jî kiriye û got, “Ji ber qutkirina sotemeniyê, mamoste û zarokên li navçeyan nikarin werin dibistanên xwe. Her wiha li aliyekî din di hundirê refan de ji ber ku zivistan e, divê sotemenî ji bo zarokan hebe. Lê ew jî ji ber dorpêçê hatiye qutkirin.”

Naxwazin rewşa Şehbayê bê dîtin

Cemal Reşîd diyar kir ku ji ber dorpêçê pirraniya xebatên şeredariyê li herêmê hatine sekinadin û got, “Ji ber dorpêçê xebatên xizmetguzariyê heta astekê hatine sekinandin. Di nav kamp û navçeyan de heger karê paqijiyê bi rojane dewam neke, wê rê li ber xeter û nexweşiyên cur bi cur veke. Di aliyê firin û avê de jî sotemeniya ku ji aliyê rêveberiyê ve ji bo van beşan hatibû dabeşkirin, hindik maye xilas bibe. Heger ev dorpêç dewam bike, wê yek ji pêwîstiyên gel ên bingehîn ên jiyanê, nan û av jî werin qutkirin. Her wiha ev nêzî hefteyekê ye ku elektrîk ji ser gel hatiye qutkirin. Heger di demeke nêz de ev dorpêç neyê rakirin, wê karesatên mezin bi xwe re bîne.” Cemal Reşîd destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser li herêma Şehbayê wê her tim bi gelê xwe re be û got, “Em jî weke rêveberiyên vê herêmê, her tim li kêleka gelê xwe ne. Ji bo wê, me rewşeke seferberiyê li herêmê ragihand da ku pêdiviyên gel bên dabînkirin. Heyva Sor a Sûrî û UNICEF û gelek rêxistinên din li hemberî vê dorpêçê bê deng in û naxwazin dengê gel ji vir bigihîje derve. Heger bûyereke bi vî rengî li cihekî din biqewime, wê ragihandina cîhanê behsa wê bike. Lê tiştên ku li Şehbayê diqewimin, di ragihandinên derve de behsa wan nayê kirin û dinya xwe li wan kerr û kor dike. Ji ber vê yekê, Rêveberiya Xweser bi aliyên peywendîdar hemûyan re têkîliyan datîne. Heger di demeke nêz de ev dorpêç neyê rakirin, wê xeterên mezin li herêmê derkevin holê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.