Di hucreyên yekkesî de zilmê dikin

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 17:34

Endamê Meclisa Giştî ya HDP’a Agiriyê Mehmet Bîrdal û ajokarên TIR’an Farûk Cansever û Mahmût Kandemîr li Rojhilatê Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin. Wan li Girtîgeha Makûyê ya rejîma Îranê dest bi rojiya mirinê kiribû. Ji bo ku girtî nikaribin bi derve re peywendiyan deynin, hêzên rejîmê ew xistin hucreyên yekkesî.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Mehmet Bîrdal, ji bo bazirganiyê çûbû Îranê û ajokarên TIR’an Farûk Cansever û Mahmût Kandemîr jî hatibûn girtin. Wan dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû. Çalakiya wan di roja 11’an de dewam dike.

Her sêyan jî da zanîn ku bi awayekî derhiqûqî hatine girtin û li dijî binpêkirinên li girtîgehê, di 1’ê mijdarê de lêvên xwe dirûtine û dest bi rojiya mirinê kirine. Hat ragihandin ku her sê girtî jî li girtîgehê rastî binpêkirinên giran tên.

Rêveberiya girtîgehê nahêle ku girtî peywendiyan bi derve deynin û rojek piştî roja ku dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin, her yek ji wan xistine hucreyeke yekkesî. Hat ragihandin ku rewşa girtiyan her ku diçe xerabtir dibe û ji girtiyan Bîrdal û Kandemîr nikarin rabin ser pêyan. 
 
Rejîma Îranê ew bi tohmetên derew girtin

Mehmet Bîrdal, beriya bi 15 mehan ji bo bazirganiyê çûbû Îranê û ji hêla polêsên rejîmê ve hatibû girtin. Rejîmê, bi îdiayên “Endametiya PKK û PJAK’ê”, “alîkarîdayîna PKK’ê”, “Hevkariya bi komên dijmin re”, “propagandaya rêxistinê” û “Gefa li dijî ewlekariya neteweyî” 16 sal cezayê hepsê li Bîrdal birrîbû.  
Di heman demê de Mahmût Kandemîr jî li ser sînor bi hinceta ku benikên emeliyatê di TIR’a wî de hatine dîtin, 6 meh cezayê hefsê û 5 milyar û 216 milyon (nêzî 16 milyon TL) jî cezayê pereyan lê hatibû birrîn. Faruk Cansever jî bi heman hincetê hate girtin û nêzî 3 milyon û 500 hezar TL cezayê pereyan lê hat birrîn.

Girtiyan li dijî binpêkirinên rêveberiya girtîgehê, di 1’ê Mijdarê de devê xwe dirût û dest bi çalakiya rojiya mirinê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.