Di fûhûşê de welatê sêyem e

Çarşem 20 Cotmeh 2021 - 01:47

  • Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez di dawiya kongreya sê rojan a Partiya Sosyalîst de ku li Valensiyayê pêk hat, ji piştevanên xwe re axivî û soz da ku ew ê endustriya fûhûşê ya li Spanyayê ji holê rake.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez di dawiya kongreya sê rojan a Partiya Sosyalîst de ku li Valensiyayê pêk hat, ji piştevanên xwe re axivî û soz da ku ew ê endustriya fûhûşê ya li Spanyayê ji holê rake.

Li Spanyayê sala 1995’an fûhûş ji sûc hate derxistin û sala 2016’an li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî endustriya fûhûşê ya li vî welatî gihîşt 3.7 milyar Euroyî. Li gorî anketeke ku sala 2009’an hate kirin, ji her sê mêrên Spanî yekî jê ji bo fûhûşê pere daye.

300 hezar jin tên xebitandin

Spanya piştî Tayland û Porto Riko sêyemîn mezintirîn navenda fûhûşê ya cîhanê ye. Endustriya fûhûşê ji dema ku ji nava sûc hate derxistin û vir ve gelekî mezin bû û tê texmînkirin ku li Spanyayê nêzî 300 hezar jin di fûhûşê de têne xebitandin.

Qurbanên mafyayê ne

Polêsên Spanyayê ku dema 896 jinên di sala 2019’an de dihatin bikaranîn berdabûn, gotibûn, li gorî texmînên wan ji sedî 80’ê kesên ku fûhûş bi wan tê kirin qurbanê mafyayê ne. Aktîvîst jî diyar dikin ku ji ber rewşa nediyar a qanûnî ya li ser sektorê, jinên mexdûrê bazirganiya mirovan zêde dibe.

MADRÎD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.