- Derhêner û şanogerê Kurd Sedat Bariş, kurtefilmeke nû ya bi navê “Kûsî jî dixeyidin” çêkir û fragmana filmê li ser medyaya civakî belav kir.
Derhêner û şanogerê Kurd Sedat Bariş, kurtefilmeke nû ya bi navê “Kûsî jî dixeyidin” çêkir û fragmana filmê li ser medyaya civakî belav kir. Film bi piştgiriya saziya “Kayy-Der”ê hatiye çêkirin.
Film behsa serpêhatiya du kesan dike ku herdu jî heyranê Yilmaz Guney in. Her wiha hewl dide behsa jiyana li Bakurê Kurdistanê jî bike. Sedat Bariş dîmenên kurtefilma xwe li Geliyê Perî girtine. Geliyê Perî di nav sînorên Çewlîk, Xarpêt û Dêrsimê de ye.
Sedat Bariş sala 2016’an kurtefilmeke bi navê “Pîyê Min” çêkiribû. Ev kurtefilma wî ya duyem e.
NAVENDA NÛÇEYAN