Di çandiniyê de zanistî!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 17 Tîrmeh 2024 - 00:54

EBÎR MIHEMED / NÛJINHA / QAMIŞLO

Ji ber zêdebûn an jî kêmbûn û bikaranîna gubreyên kîmyewî, di ax, av û hewayê de bûye sedema gelek pirsgirêkan. Ji ber ku ax, av û şînahî pêkhate û çavkaniyên sereke yên pergalên çandiniyê ne, ezmûnan nîşan daye ku riya zanistî û pratîkî ji bo têgihîştina pirsgirêkên wan çavkaniyan, lêkolîna berfireh û vekolînek bi hûrgilî ye bi armanca rastkirina wan pirsgirêkan. Li ser vê bingehê, Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Nûbûn û Xweseriyê ya bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lêkolînxaneya analîza ax û avê vekir. Hevseroka Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Nûbûn û Xweseriyê û di heman demê de pispora beşa biyolojî ya kantona Cizîrê Bêrîvan Mihemed li ser mijarê axivî û got:“Lêkolînxaneya me di destpêka vê mehê de dest bi xebata xwe kir. Armanca me ku em alîkariya cotkaran bikin ji ber ku gubreya kîmyewî biha ye, di heman demê de em dixwazin sûdê bidin axa çandiniyê li gorî pêwîstiya wê. Analîzên axê yên ku em di laboratûarê de dikin analîzên hêmanên sereke, madeya organîk, tevna axê, magnezium û kalsiyûm in. Ji bo avê jî analîzên klor û bîkarbonat hene.” Bêrîvan Mihemed mercên bingehîn ên serkeftina nimûneyên ax û avê wiha rêz kirin: “Ji vir jî em dixwazin dengê xwe bigihîjînin cotkaran ku divê ev gavên bingehîn ji bo serketîbûna nimûneyê pêk werin. Bi texmîna ku ji bo 50 donim erd divê 12 cure bên avêtin. Demsal diguhere, ji ber vê yekê kûrahiya nimûneyê ji bo demsala zivistanê divê 30 cm be lê demsala havînê divê bi qasî 90 cm be. Paşê ev hemû cure tevlihev dibin û du kg ji wê axê gere were lêkolînxaneyê ji bo analîzê. Ji bo analîzkirina avê divê hûn bi kêmanî nîv saet, avê baş biherikînin û dûre nimûneyek bigrin. Piştî teşxîsa rast, rêbazên çareseriyê ango dermankirinê yên serkeftî tên pêşniyarkirin. Di vê pêvajoyê de zêde pere nayê xerckirin ji bo ku pirsgirêkên zeviyên çandiniyê fam bibin û bi lêçûnên herî kêm wan çareser dike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.