Di 3 rojan de bi sedan leşker

Çarşem 26 Hezîran 2024 - 01:15

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê roj bi roj berfirehtir dibe. Dewleta Tirk bê ku serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê berçavan bigire, tişta dixwaze dike û pêktîne. Bê guman dewleta Tirk nikare bi tena serê xwe bi rehetî li nav xaka Başûrê Kurdistanê bigere, diyare hevkariya PDK’ê ya ji bo dijmin, gihiştiye asta herî jor. Di çarçoveya planên dagirkeriyê de, di 22’ê mehê de karwanek leşkerî ya dewleta Tirk derbasî sînorê Kanî Masî ya li bajarokê Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê bûn. Heman sewqiyata leşkerî roja piştî wê ango di şeva 23’ê mehê de jî dewam kir, derengiya şevê karwanek leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ku ji çekên giran û wesayîtên zirxî pêk dihat, ber bi sînorê bajarokê Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve çû. Herî dawî pêr derengiya şevê jî konvoyek leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker, bi wesayîtên zirxî û çekên giran, ber bi sînorê bajarokê Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve çû. Nayê zanîn ev leşker bi rêya bejahî di deriyê Îbrahîm Xelîl re, yan jî bi rêya balafirxaneya Hewlêrê derbasî Başûrê Kurdistanê dibin! Ji ber ku êdî li herêmek berfireh ya Başûrê Kurdistanê, di nav gund û bajaran de jî leşkerên Tirk tên dîtin. Lewma dagirkerî gihiştiye asta herî jor.

Ev sewqiyata leşkerî ya li ber çavê hemû xelkê Başûrê Kurdistanê bi eşkere pêk tê, balkêşe. Deng ne ji Hikumeta Iraqê, ne ji hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê ne jî ji PDK’ê derdikeve. Ji xwe partiyên din jî bêdengî hilbijartine. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.