Di 3 mehan de 229 kes qetil kirin

Pêncşem 27 Adar 2025 - 03:45

  • Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mehên Çile, Sibat û Adarê 229 mirov hatin kuştin, 311 jî birîndar bûn.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rewşa mirovî ya li herêmê bûye cihê tirs û fikaran. Bi taybetî êrîşên hewayî û bombardûmana ji bejahî gefeke mezin li jiyana mirovên li herêmê dixwe. Êrîşên mehên Çile, Sibat û Adarê bandoreke neyînî li jiyana li herêmê kir; 229 mirov şehîd bûn, herî kêm 311 jî birîndar bûn. Parêzer Mistefa Şêx Mislim, Yûsif Kutê yê ji Qamişloyê û Sûzan Oso ya ji Efrînê li ser mijarê axivîn. Daneyên li ser êrîşan bi vî rengî ne:

ÇILE

385 caran liv û tevgera Balafirên Bêmirov (ÎHA), 105 caran liv û tevgera balafirên şer, 34 caran êrîşên bi balafirên şer, 20 caran êrîşên bi ÎHA,3 êrîşên bi droneyên xwekuj, 162 êrîşên bi obusan, 32 êrîşên bi hawanan, 5 êrîşên bi tankan, 23 êrîşên bi doçkayê, 5 êrîşên bi bombeavêjê, 8 hewldana serdegirtinê, hewldaneke kemîndanînê, 18 êrîşên bi AK-47, 11 êrîşên bi BKC, 7 êrîşên Bi RPG-7, êrîşek bi RPC, 3 êrîşên sekvaniyê, 3 êrîŞên bi fuzeyan, êrîşek bi bombeya destan û êrîşek tacîzê.

SIBAT

380 caran liv û tevgera ÎHA'yan, 102 caran liv û tevgera balafirên şer, 25 êrîşên bi balafirên şer, 15 êrîşên bi ÎHA, 3 êrîşên bi droneyên xwekuj, 162 êrîşên bi obusan, 32 êrîşên bi topên hawanê, 3 êrîşên bi tankan, 17 êrîşên bi doçkayê, 5 hewldanên serdegirtinê, 4 êrîşên bi bombeavêjê, 11 êrîşên bi AK-47, 7 êrîşên bi BKC, 5 êrîşên bi RIPG-7, 3 hewldanên sekvaniyê, êrîşek bi bombeya destan, êrîşek tacîzê.

ADAR (01.03.2025 - 15.03.2025)

88 liv û tevgera ÎHA û SÎHA, 9 liv û tevgera balafirên şer, 12 êrîşê bi balafirên şer, 5 êrîşên bi SÎHA, 50 êrîşên bi obusan, 43 êrîşên bi topên hawanê, 80 êrîşên bi doçkayê, hewldaneke serdegirtinê, êrîşek RPC, 2 êrîşên AK-47.

229 ŞEHÎD, 311 BIRÎNDAR

Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên pêwendîdar ragihandin ku ji 1'ê Çileyê heta 15'ê Adara 2025'an herî kêm 229 mirov şehîd bûn, herî kêm 311 jî birîndar bûn.

11'Ê ÇILEYÊ

Ji ber êrîşa bi balafirên şer a li ser gundê Mesreb ê Sirînê yê li Kantona Firatê bav û 2 zarok hatin qetilkirin, ji heman malbatê 5 kes jî birîndar bûn. Navê kesên hatin qetilkirin bi vî rengî ne: Îsmaîl Hisên Mistefa (37), Fatma Îsmaîl Mistefa (12), Ayşe Îsmaîl Mistefa (13) Navê birîndaran bi vî rengî ne: Hisên Îsmaîl Mistefa (10), Xilud Îsmaîl Mistefa (8), Îman Îsmaîl Mistefa (5), Ali Îsmaîl Mistefa (2), Behriye Îsmaîl Mistefa (1)

27'Ê ÇILEYÊ

Li bajarê Sirînê yê Kantona Firatê, SÎHA'yan bombe li qada bazarê barandin. Di encama êrîşê de 13 kes hatin qetilkirin, 12 kes jî birîndar bûn.

28'Ê ÇILEYÊ

Di encama bombekirina gundê Um Hermel ê Zirganê de 3 kes hatin qetilkirin, 1 ji wan zarok bû. Di êrîşê de 9 kes jî birîndar bûn.

17'Ê ADARÊ

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê Kobanê bi SÎHA û çekên giran komkujiyek kir. Di komkujiyê de ku nîvê şevê hate kirin 7 zarok li gel dayik û bavê xwe hatin qetilkirin, ji heman malbatê 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Ji birîndaran yek jê li gel hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin. Bi vî rengî 10 kes di encama êrişê de hatin qetilkirin. Navê kesên hatin qetilkirin bi vî rengî ne: Ahîn Osman Ebdo (15), Dicle Osman Ebdo (14), Dilovan Osman Ebdo (13), Yasir Osman Ebdo (6), Fawaz Osman Ebdo (2), Saliha Osman Ebdo (4), Avesta Osman Ebdo (8 aylık), Ronîda Osman Ebdo (Ji ber birîna giran di 18'ê Adarê de şehîd bû), Osman Berkel Ebdo (Bav-42), Xezal Osman Ebdo (Dayik-39) Navê ya birîndar: Narîn Osman Ebdo (9)

Peymana Cenevreyê binpê dikin

Mistefa Şêx Muslim anî ziman ku êrîşa li dijî sivîlan ne ji aliyê hiqûqî ne jî ji aliyê mirovî ve nikare bê qebûlkirin û got:"Dewleta Tirk salên dûr û dirêj e bi xwînxwarî êrîşî sivîlan dike û qetil dike. Herî dawî li gundê Berxbotanê yê Kobanê di encama bombekirina malekê de ji malbatekê 10 kes hatin qetilkirin, kesek jî bi giranî birîndar bû. Peymana Cenevreyê ku ji çar beşan pêk tê, êrîşa li dijî sivîlan teqez qedexe dike û ji bo parastina sivîlan xwedî biryaran e. Mixabin dewleta Tirk her roj li pêş çavên cîhanê sivîlan qetil dike."

Li dijî êrişan em ê li qadan bin

Sûzan Oso ya ji Efrînê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da û got:"Dewleta Tirk dixwaze îradeya gel bişikîne. Dixwaze baweriya gel a bi jiyanê têk bibe, gel bê moral bike. Lê belê li gel komkujiyan gel li ser piyan e û soza tolhildanê dide."

Yûsif Kutê yê ji Qamişloyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk got:"Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê hem ji bo tolhildanê ye hem jî ji bo têkbirina aramiyê. Êrîşên ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a li herêmê û sabotekirina peymana ji 8 xalan e. Dewleta Tirk ji jiyaneke demokratîk, wekhev û aştiyane ya li Sûriyeyê wêdetir dixwaze kontrola herêmê bixe destê xwe."

ANF/NÛJIYAN ADAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.